Di sala 1879an de li başûrê Almanyayê, li bajarê Ulmê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe, musewî ye. Damezranerê ‘Teoriya Îzafiyetê, Rolativîteyê’ ye. Di sala 1921an de, layîqê Xelata Nobelê ya Fizîkê hatiye dîtin. Bingeha teorîk ya bombeya atomê...
Di sala 1879an de li başûrê Almanyayê, li bajarê Ulmê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe, musewî ye. Damezranerê ‘Teoriya Îzafiyetê, Rolativîteyê’ ye. Di sala 1921an de, layîqê Xelata Nobelê ya Fizîkê hatiye dîtin. Bingeha teorîk ya bombeya atomê...
Şoreşa Albert Einstein (1879-1955)
Di sala 1879an de li başûrê Almanyayê, li bajarê Ulmê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe, musewî ye. Damezranerê ‘Teoriya Îzafiyetê, Rolativîteyê’ ye. Di sala 1921an de, layîqê Xelata Nobelê ya Fizîkê hatiye dîtin. Bingeha teorîk ya bombeya atomê, ji aliyê wî ve hatiye damezrandin. Piştre, bûye welatiyê USAyê. Pirtûka wî ya ‘Derheqê Sîyonîzmê da’ ramanên wî yên ku di derheqê damezrandina dewleteke musewîyan da ne, diguncîne.
Şoreşa Albert Einstein
Guherîn û berfirehbûnên ku di zanista nûjen da pêk hatine, dilêrîn û nêrîna me ya derheqê çawaniya zanayiyê (bilgi, zanînî, knowledge) de, ji binî ve guhêrtine û di encama vê yekê de, bivênevê felsefe jî hatiye guherîn. Piştî vê nêrîna nû, zanayiya zanistî mîna zanayiya herî ewledar û feydedar hatiye dîtin. Piştre jî, wisa hatiye xwestin ku zanayiyên me yên ewledar beriya her tiştî divê xwe bispêrin zanistê, çavkaniya wan zanist be û li ser zanistê, werin sepandin. Bi rastî jî, meriv dikare bibêje ku di dîroka felsefeya rojavayê de, derheqê xwezaya zanayiyê de, zanist herdem bûye navend û motora dehfdanê. Meriv dikare bibêje ku ev e çarsed sal in, ku ev yek derbasdar e.
Bi taybetî jî di Sedsala 20an de, di zanistê de guherînên gelek mezin û bêhempa derketine holê û zanayiyên derheqê zanistê de, ji binî ve hatine guherîn. Di warê fizîkê de, du (2) şoreşên mezin pêk hatin. Teoriya Einstein ya Rolatîvîteyê (îzafiyetê), kete dewsa têgihiştina zanista kevneşopî. Şoreşa din jî, bêguman Teoriya Kuantumê ye. Dibetiya rastiya herdu teoriyan jî tune, dibe ku herdu teorî jî çewt derbikevin. Ligel vê yekê, herdu teorî jî di jiyana me ya rojane de, bi awayekî gelemper têne bikaranîn û encamên rêkûpêk jî didin.
Piştî wan du (2) şoreşên navborî, gelek teoriyên ku derbasdarbûn, pûç derketin û wisa hate têgihiştin ku tu toriyên mayende (misoger) tune nin û dibe ku rojekê, dîsa werin pûçkirin. Zanayiyên ku mirov xwediyê wan in, dibe ku çewt bin. Lewre, kesên ku wan zanayiyan hildibirînin jî mirov in. Herweha, em îro êdî pê dizanin ku zanayiyên me dikarin werin guherîn û zanayiyeke ku heta hetayê, neyê guherîn jî tune. Zanyaran, ramanên me yên derheqê zanayiyê û têgihiştina me ya derheqê serboriyên (azmayişên) wekî ‘dem, made, wargeh (mekan) û madeya fizîkî’ de jî, guhêrtin. Guman tê de nîne ku di vê guhêrîna me ya têgihiştînî de, rola zanyaran gelek e. Ji ber vê çendê jî, dema ku dîrokzanên siberojê derheqê serdema me de binivîsînin, dê behsa fîlozofên ku mirovên zanyar in bikin. Çimku, di warê guhêrîna têgihiştina me ya dinyayê a felsefî de, para wan gelekî mezin e.
Çend Gotinên wî yên Bijare
1- ‘Bi tenê du tişt bêdawî ne, gerdûn û ehmeqiya mirovan. Lê belê, ez ji ya yekem hewqas jî ne piştrast im.’
2- ‘Ehlaq, yek ji wan hêjahiyên herî sereke ye. Lê belê ji bo me, ne ji bo Xwedê.’
3- ‘Di destpêkê de, bi rê û rêgehên leyîstikê baş bizanibe û pişte, hewl bide xwe da ku tu bikaribî baştir bileyîzî.’
4- ‘Ez li siberojê nafikirim, çimku ew ji nîşka ve tê.’
5- ‘Zanînîya zanistî ji bo mirovahiyê, zanînîya herî ewledar û sûdewer e.’
6- ‘Kesên ku bi aqilê xwe xwe dipesinînin, ew dişibin wan mehkûmên ku bi firehiya hucreya xwe pesnê xwe didin.’
7- ‘Jîrîtiya mirovan ne ji bersivan, ji pirsan xwe dide der.’
8- ‘Heke te tiştekî baş fam nekiribe, tu nikarî wî tiştî baş bibêjî û binasînî.’
9- ‘Nîşana jîrbûnê ne zanayi ye, hêza xeyalê ye.’
10- ‘Di destpêkê de, divê tu bi rê û rêzikên leyîstikê baş bizanibî û piştre hewl bidiyê ku ji xelkê baştir bileyîzî.’
11- ‘Ez deyndarê wan mirova me ku her dem ji min re digotin ‘nexêr’, di jiyanê de ji bo xwe min çi kiribe, min bi saya serê wan kiriye.’
12- ‘Hinek mirov hewl didin da ku bikaribin jinan fam bikin. Hinek jî zêdetir bala we didin mijarên hêsantir, wekî teorîya rolativîteyê.’ 1
3- ‘Ji rabirdûyê, ders werbigre û roja xwe ya îroyîn bijî. Ji bo siberoja xwe jî, hêvîdar be. Tiştê girîng herdem lêgerîn e, ne rawestin e.’
14- ‘Şert û mercên jiyanê, bi tenê bi vedîtinên zanistî baştir nabe. Ev yek, zêdetir girêdayê pêkhatina bandêreke jiyanê a ehlaqî ye.’
15- ‘Li gor baweriya ehmeqan mirov ji hêla nîjadî, zayendetî, neteweyî, temen, statû, reng, dîn û ziman ve, heşt beş in. Heçkû, ev bûyer hewqas jî ne komplîke ye. Bi hêsanî meriv dikare bibêje ku mirov du beş in: Mirovên qenc û yên xirab.’
16- ‘Hinek dikarin rabin û ji te re bibêjin, ku tu xirab î. Qet guh nede wan. Ji min re jî digotin kêmaqil. Ez jî rabûm û min, atomê perçe kir.’
17- ‘Bi awayekî çavkorî pêbaweriya desthilatdariyê, dijminê herî mezin e.’
18- ‘Heke hûn bixwazin bextewar bijîn, divê armanceka jiyana we hebe û divê ku hûn, dilsozê armanca xwe bin. Ji bilî vê rastiyê, xwe bi tiştîkî ve girê nedin.’
19- ‘Xîret, bêhemta ye. Ez ne ji ber ku zîrek im, bi ser dikevim. Tenê, ez dest jê bernadim loma bi ser dikevim.’
20- ‘Bêhêvî nebe, roja xwe bijî û ji rabirdûyê ders werbigire. Tiştê girîng, pirsyarîkirin e, ne rawestin e.’
21- ‘Perwerdekirina mirovan, girîng e û siberoja welateke jî, girêdayî vê yekê ye.’
22- ‘Heke meriv bi tenê ji ber sebebê tirs yan jî xelatê, xêrxwaz û çakbîn bin, wateya vê yekê ew e ku em di rewşeke belengaz de ne.’
23- ‘Ez ne li bendê bûm ku hemû kes, ji min hez bikin. Lê min dixwest ku min fam bikin.’
24- ‘Tiştê herî xweşik a ku hûn dikarin wê bibihîsîn, aliyê razdar a jiyanê ye. Di çavkaniya huner û zanista rastîn de, ev hesta bingehîn heye. Kesê ku pê nizabibe, li hemberî dinyayê heyîrî nebe û nebe heyranê wê, mîna meriveke kor yan jî mirî ye. Tirs û şaşwaziya li hemberî razên jiyanê, xwe bi tirsê re kiriye yek û dînên cîhanê, afirandine. Heke meriv bizanibe ku hêza mirovî têra gihêjtina her tiştî nake û têgihiştina vexuyanên kûrahîya aqil û wê spehîtiya birqok, zanînî û dîndarî bi xwe ye. Di vê xalê de û bi tenê girêdayî vê mijarê, ez jî mîna mirovên dîndar difikirim. Ez xwedayekî ku ebdên xwe ceza yan xelat dike û radibe mîna mirovan tevdigere, fam nakim û nakeve serê min. Nikarim piştî mirina bedenî, li ser vejîna mirovekê jî bifikirim. Mirovên zeîf û tirsonek, bi awayekî ezezî û qirdikî, bila ramanên wiha xweyî bikin. Ew hewl û keda ku dixwaze têbigihêje raza gerdûn, jiyan û aqlê ku di xwezayê de xwe nîşan dide, besî min e.’
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0