Li ser çibûyîna evînê, ji dîroka nivîsê ve heta îro gelek gotin derketîne holê. Gava mirov berê xwe dide van gotinan û li peyva “evînê” kûr dibe bi awayekî zelal xuya dibe ku deryaya evînê ji çemên heft reng yên ku li gorê her milletê, her axê ...
Li ser çibûyîna evînê, ji dîroka nivîsê ve heta îro gelek gotin derketîne holê. Gava mirov berê xwe dide van gotinan û li peyva “evînê” kûr dibe bi awayekî zelal xuya dibe ku deryaya evînê ji çemên heft reng yên ku li gorê her milletê, her axê ...
Anatomîya Hebûnê: Evîn
'Evîn, segan jî bi qafîye direyîne.' (J. Fletcher)
Li ser çibûyîna evînê, ji dîroka nivîsê ve heta îro gelek gotin derketîne holê. Gava mirov berê xwe dide van gotinan û li peyva “evînê” kûr dibe bi awayekî zelal xuya dibe ku deryaya evînê ji çemên heft reng yên ku li gorê her milletê, her axê û her mirovê cîhewaz in pêk tê. Em ê di vê xebatê de li ser çibûyîna evînê û mekana evînê bi lêgerîneke ontolojîk, etîmolojîk û felsefîk bisekinin.
Peyvên girîng: Hebûn,Evîn,Van,Vîn û Mekan
Gîrîzgah: Li gor Kant, her çi dibe bila bibe ji bo tiştekî hebe û bête hîskirin divê xwedîyê cihekî/mekanekî be. Gava em berê xwe didin felsefeya Kant em dibînin ku Mekan, cihê peydabûna hebûnê ye. Li vir tişta ku divê neyê ji bîr kirin ev e; felsefeya rojava bêhtir li ser lêgerîna mekana tiştên dersirişt (metafîzîk) e. Di Yewnana kevnar da Arîsto, ji bo mekanê du gotin bi kar anîye: topos(mekana fîzîkî), khora(mekana metafîzîkî) Yewnanîyan bi heman awayê têgihên evîn û hez kirinê jî ji hev cuda kirine.
Yewnanîyan bi vê metodê xwestine ku derîyên fêmê heta dawî vekin û di şîroveyên xwe de ti şêlotî nehêlin.Em ê jî bi heman metodê bi alîkarîya kodên ziman, wêje û felsefeya Kurdî lêgerîna xwe ber fireh bikin. Ji ber ku lêgerîna rojavayîyan mijar metafîzîk jî be meylê materyalîzmê dike û ev jî dibe sedema lêgerînek çavgirtî û pêkenok. Gava em ji bo evînê li mekanekî bigerin muxatabê me ê sereke helbet dil e. Baş e lê çi ye ev dil? Bi ya min li hember vê pirsê em bi nêrîna rojavayîyan bersiv bidin em ê heyf li dilê bikin(navenda pimpe kirina xwînê).
Rênas Jiyan di helbesta xwe a kul û kulîlk da ji yarê re dibêje, “meşka xwînê ye ev dilê te” û bi risteya dawî ji bilî kulîlkan derî li hez kirinê digre. Di vê metaforê de peyam gelek zelal e. Ew dilê ku li hember evînê berpirsyarîya xwe nekare bîne cîh, tenê meşka xwînê ye û hingê kulîlkek jî muxatabê evîn û hezê nin e. Werin em pevre berî bersivandina pirsa dil çi ye? Li nav kodên ziman li wateya evînê bigerin da ku em, hem pirsa xwe baş bibersivînin hem lêgerîna xwe a mekanê bi awayek serkeftî biqedînin.
Van: daxwaz, xwestek, pêdivî, pêwîstî (wq ferheng)
Vîn: îrade, daxwaz, tişta/ê ku mirov divê, dixwaze, hez dike (wq ferheng)
Evîn: hez kirina ji kesekî/tiştekî ,van û xwestina bi şedît
Bingeha van her sê peyvan heta Kurdîya pehlewî diçe.‘Van’ di axaftina rojane da bi taybetî li herêma Bêdlîsê hîn jî ji hez kirinê bêhtir tê bikar anîn (Min te divê=ez ji te hez dikim). Ev form wek ‘divê’ ji bo pêdivîtîyê nîşan bide jî tê bikar anîn(divê herim). Li vir tiştê balkêş ev e: gava mirov ji hezkirîyê xwe ra bêje, min te divê. Hewcedarîya xwe jî tîne ziman. Dibêje, ez hewceyê te me.
Ji ber ku kêmahîyek di min da heye û ez di hewldan û xwesteka temam kirina kêmasîya xwe da me. Çi ye ev divêtî? Li gor pirtûkên îlahî mirov, ji du hêmanên dijber hatiye afirîn. Herî û hêlma îlahî Ji bo mirov bikare xwe pêk bîne(self-actualîzasyon) divê mirov, ji ruh û laşê xwe baş fêm bike. Di vîna mirov da ji bo vê esasê xwestekek heye. Ev xwestek, xwesteka tunekirina dabeşbûna xwe a ontolojîk e. ger ev xwestek bicoşe û mezin bibe mirov dike dîwaneyê evîna Îlahî. Rêwîtiya li vir rêwîtîya fenafîllah, bekabîllah û wehdetê wicud e.
(Bahoz Arî, Jana dil)
(Dîwana Melayê Cizîrî)
Divêtîya duyem, ji bo hesta evînê a ku di dil de cîh nabe hem li cihek/dilek hem jî li awêneyek gerîn e. Dîsa di vîna mirov de ji bo vê xwestekek ava dibe. Ger ev xwestek bicoşe û har bibe mirov dike Mecnûn (dîn).
Divêtîya sêyem lêgerîna heqîqetê/wateyê ye. Dîsa di vînê de ji bo vê xwestekek ava dibe. Ger ev xwestek bicoşe û har bibe, mirov bi bawerî û îman terka xwe dike û dibe fedaî mîna Huseyîn, mîna Vîyan.
Di her sê divêtîyan da jî xuya ye ku mirov esasen li xwe, li çevkanîya hebûna xwe û li mekana sêwirîna hebûna xwe digere.
Wek ku tê zanîn di ilmê zimannasîyê da guherîna tîpên ‘b-v', ‘j-v', ‘j-g' tiştek asayî ye. Peyva evînê li gor peyvsazîya Kurdî pêkan nine ku wek e+vîn hatibe ava kirin. Tê zanîn ku di Kurdî da tîpa ‘h'yê ya li serê gelek navan di pêvajoya bûyînga ziman da ketîye (herzan-erzan, hewramî/hewr-ewr), peyva evînê jî ji hebîn/hevînê derketîye. (wq ferheng).
Em li vir dibînin ku di navbera hebûn>hebîn>hevîn>evîn û vînê da têkiliyeke ji şikê dûr heye. Bi perspektîfa bawerîyên olî, lê were nêrîn tişta ku mirov ji ferişteyan cuda dike vîn e. Vîn mekanîzmaya biryardanê ye. Ji bo biryarê hewcedarî bi bîrê, wijdanê, hestan û hiş heye. Niha em werin li ser çibûyîna dil.
Erê! Dil bi alîyekî va meşka xwînê ye û bi perspektîfa çirûskîzmê goştê xaf, gemar û tarî ye. Li gel van neyînîyan dil, di xwe de erênîyan jî dihewîne: vîn, bîr, bawerî û evîn.
Bila li vir ser tev li hev nebin pêvajoya biryarê, karê hiş e lê biryar, a vînê ye û vîn di dil de ye mînaka Gazalî a kehyayê mal û xwedîyê mal di cih de ye.
Encam: Eger em dil wek mekan mîna deryayeke bifikirin, em dikarin bibêjin ku evîn dilop e. Ev dilop dibe ku ji ewran, ji çeman, ji çavkanîyên li bin axê, ji dûkelê hatibe. Her çawa hatibe bila were, vê dilopê ji pêvajoya hatina xwe tahm û kîmyaya xwe girtîye û esasen em dikarin bibêjin ku temamê deryayê bi tevî dilopê(evînê) av e.
Di vê rewşê da em dikarin di perspektîfa avê de bibêjin ku di dil de bi mekanbûnê re bêmekanî jî heye û dîsa em dikarin bibêjin ku evîn bi awayek ontolojîk di deryaya xwe de dilop bi dilop li xwe gerîna avê bixwe ye!
Bi nêzikbûna menzîlê re divê hiş ji mekana evînê were der kirin, pêvajo û hesaba biryarê ji holê rabe û biryar û vîna tisî bi dil re rû bi rû bimîne. Ji ber vê evîn, nexweşîyek çêjdar a di navbera ruh,hiş û dil de ye. Li vir qasê ku ayan dibe evîn, di lêgerîna xwe a hebûnî de windabûna mirov e! Bi vî alîyê xwe ve evîn, tevî xwedî mekanbûna xwe, bê mekan e!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 1
Ali Gurdilî
Tu bi xêr û xweşî hatî Philokurdê biraê delal. Min vê nivîsa te, bi bêhnekê fireh xwend û ez pêşnîyarî hemû xwendevanên xwe dikim, ku ew jî bixwînin. Hêvîya me, bi xebatên wiha xweşik ku bi zarûzimanê me ne, her xurt û geş dibe. Spas ji bo te.