Sewda Xanzad, di sala 1986an de li Sasona Batmanê li gundê Şêxan hatiye dinyayê. Dibistana seretayî û a navînî li gundê xwe, lîseyê jî li Sasonê dixwîne. Jiber ku bavê wê mamoste bûye ew bi malbatî li gelek bajarên Tirkiyayê jiyane. Du (2) sal berê çîrokeke wê dikeve nav antolojiya ‘Êşên Jinan’. Antolojî ku aliyê Weşanên Na yê ve hatiye çapkirinê a 20 jin û 20 çîrok. Ji we demê ve, dest ji bi çîroka dike û dixwaze ku xizemeta zarûziamnê xwe bike.
Ez di sala 1982 yande li bajarê Nisêbînê hatime dinê.
Min 15 saliya xwede dest bi karên computer û bernameçêkerîye kir, di navan salade bi îmkan û derfetên Nisêbînê min xwe li ser Linux server, PHP, MYSQL, HTML, JavaScript û hinek tiştên dîtir pêş xist.
Neha jî ez gelek projeyên internetê, yên kurdewarî, kesane û yên bazirganî pêş dixim.
Armanceke min dî heye ku Kurd jî liser teknolojîya internet û computerê, xwe pêş bixin û bi zimanê xwe pêş bixin.
Ez di 1995an de li bakurê Kurdistanê li gundê Barman a girêdeyî navçeya Sitewrê a girêdeyî bajarê Mêrdînê ji dayik bûme. Ji dibistan a pêşîn heya a dawî min li Sitewrê xwend. Ji şazdeh salîya xwe şûnda, min xwe nas kir û min bala xwe da ser ziman û dîroka kurdan. Her wiha bêyî perwerdeya kurdî min bi lêkolîn û xebata xwe zimanê xwe yî kurdî gelekî bi pêş xist.
Şûnda ji sala 2016a heya 2020î min li zanîngeha komarê a sêwazê lîsans a beşa mamostetîya perwerdeya beden û werzîşê (sport) xwend.
Nesrîn Rojkan ji navçeyaTetwanê ye, lê niha li Stockholmê dijî. Li zanîngeha Stockholmê Arkeolojî û li Uppsalayê Antropolojí û hinek jî Kurdolojî xwendiye. 2 pirtûkên çirokên zarokan wergerandiye bo kurmanci, çirokên H.C Anderssen û Oscar Wilde. Herwuha di nav kovar û rojnameyên cuda da jî gotaran nivîsandiye, û di radyo û tvyên kurdî da jî wek rojnamevan kar kiriye. Niha li Stockholmê rojane karê wergêriya devkî dike.