Piştî salan dema em carek din hatine ba hev ‘’ jiyan mezin bû, em biçûk. Me pê nekarî’’ got hevalek min ê zaroktiyê. Ez sêzde salî bûm ew dem, ew panzdeh. Ew hê di wê ciwaniya xwe da, bi mecburî bûbû berpirsiyarê çend malan, ez hê jî xêşîm ...
Piştî salan dema em carek din hatine ba hev ‘’ jiyan mezin bû, em biçûk. Me pê nekarî’’ got hevalek min ê zaroktiyê. Ez sêzde salî bûm ew dem, ew panzdeh. Ew hê di wê ciwaniya xwe da, bi mecburî bûbû berpirsiyarê çend malan, ez hê jî xêşîm ...
Piştî salan dema em carek din hatine ba hev ‘’ jiyan mezin bû, em biçûk. Me pê nekarî’’ got hevalek min ê zaroktiyê. Ez sêzde salî bûm ew dem, ew panzdeh. Ew hê di wê ciwaniya xwe da, bi mecburî bûbû berpirsiyarê çend malan, ez hê jî xêşîm û keça ber çoka diya xwe bûm. Pêlên jîyanê em ji hev dûr kirin, her yek me kete ber bayê qederê û em li gor wê bayê tevgeriyan, carna bi dilxwazî, carna bi kutekî, carna hema xwe berda û pê re herikîn.
Ez hê jî berpirsa xwe tenê me, Ew hê jî yê gelekan. Lê nîv mirî...
‘’Jiyan mezin bû, em biçûk. Me pê nikaribû’’, herdem dikeve bîra min û jiyana min li pêş çavên min dibezîne. Ez kî bûm, Bûm kî, Ez ê bibim kî. Çima he me?
Ev pirs ne yên min tenê bûn bê guman, ev pirs bi hezaran salan, ji her serdeman û di hemû civakan da hatiye pirsîn. Hinek hê jê li pêy bersivên wan pirsan in, hinek yariyên xwe dikin û pê dikenin, hinekên din li gor xwe bersivên xwe girtine û pejirandine, hinekan jî çavên xwe, guhên xwe, devê xwe girtine û xwe hiştine ber bextê jîyanê bixwe ka jiyan çi li wan bike. Dibe ku ya herî rast jî ew be, ji xwe dawî ya wê neman e, ma riya me hemuyan jî ne rêya nebûnê ye?
Wek Marcus Maniliusê helbestvan dibêje ‘’Ji dema em çêdibin ve, em dest bi mirinê dikin’’. Gelek kesan xwestine berya mirinê bigirin, bi rêya dermanan, duayan, sêhiran û hwd. Di wêjeya nivîskî ya herî kevin ku di destê me da îro heye, hê di dema Gilgamêş da navbera 4,5 hezar sal berê li pêy jîyana bê dawî ketine, heta peyda jî kirine, lê dîsa jî ji dest reviye jiyan.
Dema pê zanîn ku berya mirinê nayê girtin, ketine metirsiyekê û, xwestin bizanin ka wateya jiyanê çi ye da bikarin jiyana xwe bi aramî dom bikin. Dinyayek ji derveyê dinyayê, li jora dinyayê ava kirin. Xwedêyan afirandin, tune kirin, bihiştan ava kirin, bi dojehan tune kirin, jiyana bi taybet ya mirovan pîroz kirin û yên jindewarên din binpê kirin. Ji bo xwedayan xwe, hev kuştin, û heta îro jî ev reftarên han hê jî dom dikin.
Ev lêpirsîna jîyanê wusa kûr û fireh e ku heta felsefe / filosofiya ku niha li hemû dinyayê berbelav e ji saya serê van pirsan derketiye holê. Ka em bihevra herine dema felsefeya antik û bibînin, wan li ser jiyanê çi gotine. Lê gelo di çand û civakên din da berîya felsefeya Yunanan felsefe nebû ku dibêjin felsefeya antik a Yunanan?
Belê, hebû. Tê zanîn ku rêbaza felsefeyê pêşî li rojhilatê destpê kiriye. Ji Mezopotamyayê gihiştiye heta Romê. 6000 hezar sal berê Misirîyan li ser dîwarên gorên xwe rûxsarên xwedayên xwe û yên jîyanê xêz kirine. Nêzikê 6200 sal berê destana Gilgamêşî li Mezoptamyayê hatiye nivîsîn. 2500- 3500 sal berê serdema Vedî li Hîndîstanê, 3500 sal berê pêşketina baweriya Zerdûştî, nêzikê 3000 sal berê Xanedaniya Çînê.
Ka me bizanin wan çi gotibûn. Icar pêşî guh bidin wan ka çi gotine, piştre derbasê Yûnanê bin. Sîdarta Gautamayê Hindî, di Budîzma xwe da dema nêzikê 2500 berê gihişte rewşênîyê dît ku: ‘’jîyan, êş û azarên cûda ne, ango ji nerazîbûnê dest pê dike, dibe xov û heta digihije metirsîyê.
Li gor Taoizma Lao Zi, yê Çînî ya ku bi Buddha û Konfiçyusê ra hevdem e, divê mirov bi xwezayê û bi rêbazên xwezayê ra bijî ne li dijê xwezayê. Û hemû dijeberên di xwezayê da hene, Ying Yang in, wek şev û roj, jin û mêr, xweşî û nexweşî bihev ra yek in, û bê hev nabin. Konfuçyusê Çînî ku xweş gotiye ‘’jiyan bi rastî hêsan e, lê em israr dikin ku dijwar bikin’’.
Li gor baweriya Zerdûşt divê mirov bibe Aşavan, (seyda, mamoste) û xweşitî û qenciyê bînê dinyayê da ku li dijî xirabîyê têbikoşe, wek şerê bê dawî ya di navbera Hurmûz û Ehrîmanê da. Ji vê baweriya xwedigiravîyê baweriyên din derçûn wek yê Yahudîtîyê û ev bawerî jî bû maka baweriyên Ibrahîmî, Xiristiyanî, Musulmanî, Sabî û hwd. Li gor van baweriyan ev jîyan xapînok e, jîyana rastî piştî mirinê li ‘’cennetê’ destpê dike. Lê belê peyva Philosophia (Fîlozofî) bixwe ji Yûnanan tê. Philo (Filo) di yunanî da evîn e, Sophia (Sofî) di koka xwe de ne yunanî jî be, ji pirtûkâ pîroz a yahudiyan be jî be, ku tê wateya zanyariyê, ketiye nav zimanê Yûnanî da, û ew hê jî rojane dihê bikar anîn. Philosophia (Filosofia) bi hev ra ango, Evîna Zanyariyê.
Peyva filosofia cara yekem dibêjin ku ji aliyê Pitagorasê Samosê ve di salên 500 an da (B.Z) hatiye bikaranîn, û piştî demekê, bi riya imparatoriya Romê ve bilavê Ewropa û piştre, li cihanê belav bûye.
Baş e filozofên wan li ser jîyanê çi gotine gelo?
Thales 500 (B.Z), yek ji wan heft zanayan, ku dibêje bingeha hertişt3i av e, û okyanûsê çar alî dinyayê girtiye û hemana jîyanê, ya bingehîn jî av e. Hêjayê gotinê ye ku zanista îro jî vê yekê dipeyîtîne, da jiyan bi yekşanê ve di nav avê da bûye pirşane û hemû jindewarên ku îro dijîn, ji wan yekşanevanan ve zêde bûne.
Şagirtên Anaksimenders û Anaksimenes ramanê arkê (destpêk) ji Thales digirin, û pêşve dibin. Anaksimendres dibêje ku hemana giring apeiron e, ‘yê bê sinûr e,’ û jiyan di avê da wek masiyek destpê dike, lê belê divê tava rojê lê bikeve da masî bikare jiyana xwe bike. Li gor Herakleitos 500 sal (B.Z), her hertişt guherok e û hertişt diherike. Hertişt, herdem dilive û ‘’avek çi carê di nav cûyek de du caran nagere’’.
Li gor Empedokles 400 (B.Z) hemana bingehin in ya materiaya yê ku di dema îro da bûye sedema peydakirina atomê, çar in; av, agir, ax û hewa. Empeklodes ku pişta xwe dabû civatê û li wateya jiyanê digeriya, ji xwe ra hemana agirê hilbijart û xwe avête nav agirê volkanê ya Etnayê. Ev filozofên berya Sokrates bûn, filozofên xwezayî.
Niha jî em biçine ba Sokratesê navdeng ka ew çi dibêje bo wateya jîyanê ya ku ez hê jî lê diğerim. Sokrates (B.Z. 469-399) dibêje ku armanca herî giran ya jîyana mirovan ne tene ji bo jîyanê ye, lê divê mirov jîyanek bi xweşî, watedar û bi xîret (fazîlet) bijî. Xîret jî zanistî ye, aqilmendî ye û prensîbên ehlaqî ne.
Şagirtê wî Eflatûn (Platon) dibêje ku wateya jîyanê gihiştina zanyarîya herî bilind ‘’eudaimaniya’’ ye. Şagirtê akademiya Platon, Aristotelesê pirzana, yê ku gelek beşên zanistî xwendibû wek anatomi, astronomi, ekonomi, fîzik û gelek beşên din, û bûn sedema ku xwendegehên li ser etîk, mantiq, fîzik û metafizik ava bûn û ev zanistên han ji felsefeye cûda bûn, û bûne zanistên serbixwe û heryek di beşa xwe da pêş ketin bûn mijarên bingehîn di jiyana akademiyê û heta îro jî, hê û hê jî pêş dikevin, berfirehtir û kûrtir dibin.
Filosofên pîştî antikê çi digotin? Gotinên çend ji wan, ên herî baldar li vir rêz bikin: Lucius Annaeus Senecayê (4 B.Z – 65 P.Z) îspanî ku bi gotina xwe ve prensîbên Stoaîzmê dîyar dike û bi kurtî dibêje ku divê em bi xîret, xwekontrol û hişyarîyê ra bijîn. Ev ramanên ha dixwazin ku em bêtir giranîyê bidin ser wan tiştan ku em dikarin kontrol bikin û dev ji yên ku em pê nikarin jî, berdin bila biçe.
Marcus Aurelius (121–180 P.Z) him imparatorê Romê bû û him jî filozof bû. Wî jî di tevgera stoaizmê da cih girtibû û digot ku ‘’ jîyan kurt e, tu feydeya nêrîna paşve ya jîyanê nine, lewra em dema xwe ya niha jî winda dikin’’, ango bi gotina kurdî, tiştê çû nede dû. Herwuha dibêje ‘’ger em bi wî awayê bi hezaran salan jî bijîn çi wateya wê jîyanê nîne’’. Michel de Montaigne (1533–1592) fransî di esseya xwe ya ‘’Xwendina felsefeyê hînbûna mirinê ye’’ da dibêje ‘’ ne diyar e mirin li ku li benda me ye, bihêle hema li her cihek bila li benda me bimîne. Amedehiya mirinê, amadehiya azadiyê ye.’
Belê êdî mirin kete nav mijara me û him jî, wek AZADî yê! Lê hê gelek tevgerên felsefeyê ava dibin û ne bi tevahî jî be winda dibin, an jî bi guherîna jiyanê ve diguherin û pirs dîsa tê ser pirsa bingehîn; gelo jîyan çi ye?
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 1
Ali Gurdilî
Nesrîn xan, tu bi xêr û xweşî hatî Philokurdê. Hem ji bo vê nivîsa te a xweş û hem jî, ji bo dilsozîya te a zarûzimanê kurdî, ez gelekî spasîya te dikim. Te dî, ev e 20 sal in ku em li gel hev kar dikin û li gor hêz û zanîna xwe, ramanên xwe li qelemê didin. Erê, rêya me dûr e, lê divê em bimeşin. Baş e ku tu heyî. Silav û rêz.