Baweriyên Pîroz ên Berî û Piştî Olên Îbrahîmî ên ku li ser Erdnîgariya Rojhilata Navîn hebûne
“Erdnîgariya Rojhilata Navîn; di warê qewm, eşîr, ol û bawerî, ziman, efsane û mîtolojiyê de; mîna muzexaneya pêşbazî, pevçûn, dijminatî, şer, qetlîamên însanî û şaristanî ye. Olên dawî yên Îbrahîmî, li vê erdnîgariyê derketine, belav bûne, şer kirine û hê jî hebûna xwe di nav pêşbazî û pevçûnan de didomînin. Van ol/bawerîyên berbelav, serdest (ortodoks) bawerîyên berî xwe kirin hedef û bi demê re dest bi asîmîlekirina wan kirin. Pîrozîyên baweriyên berê; hatin sûcdar , şermezar kirin û hedef girtin. Rê li ber wan asteng kirin ku di aştiyê de jî nikaribûn ku baweriyên xwe biparêzin. Van bawermendana wek “kafir” dihatin hesibandin û qirkirina wan jî maqûl didîtîn û teşwîq dikirin.
Endamên olên Îbrahîmî yên ku li ser merhemetê ava bûne (wusa têye gotin û îda kirin, lê bi nîqaş e), li hemberî “yên din” ra (yên ku bi wan bawer nabin) bûne “qehhar”. Serdestan, wesfa Xwadê yê “qehhar” li ser bawerîyan hindik dimeşandin. Bi van hewlan, xwa di xizmeta ola xwa da didîtîn û înadikirin ku ew ê di paşerojê de xelat bigirin.
Di rastiyê de, ol û bawerî dixazin ku; di aşitiyê de, bi nirxên aqilî mirov tev û di ewlehîyê da bijîn (aştî û rizgarî).Lê mixebin oldar û serdestan fanatîk, ew bawerî dijî olên cûda wek çek bikar anîne. Kuştin, talan, sûrgûnî wek şert û mercên ol-bawerîyê dahne kirine. Lewra êrîş û qetlîam jî li heremê kêm nebuye. Ew karen nebaş, bin nav û wesfên Xuda tête kirin. Dema pagan-Cihû-Xiristiyan-Misilmanan da jî wusa domandîye.
Êzdî di qewl, duha û dirûzên xwe da, wesif û pesnê Xadê didin, navê Xadê hildidin û dibêjin: Ew Êzî-Ezda ye, Yek Xuda ye, Xadayê erd û esman e. Ew zane ku li daristanê çend dar û pel hene. Ew dizane ku di behre da çend keşkul av û lî keraxê çend heb qum-çaqil heye. Ew xwediyê hemu tiştî ye. Ew Xaliq e, Rehman û Rehîm e, xwadiyê rindî, ronahî û qencîyê ye. Bê heval û bê şirîk e, Enzel û axîr ew e. Wek wî kesekî din tune; Dilovan û Dilovîn e, Ew ebedî ye, zane ye, zindiye. Bi hezaran navên Wî hene, afirîner e, navê wî yê rastî Xweda ye, Ew Êzda ye.
Ev baweriya Xwedê di Êzdîtiyê de, beriya olên esmanî (Îbrahîmî) hebûye û didome. Di pêvajoya dîrokî de, Êzdî di navbera dewletan û di zik dewletan de, bûne alîyek û bawerîya xwe domandine. Ji ber ku zimanê Êzdîtîyê Kurdî/Kurmancî ye, zarekî xweş, dewlemend û zelal di qewlan da veşartî ye. Ew rastî xerabî, îftira û bi qestan hatiye. Buna qedexe kirin û êrişan; oldarên serdestan fetwa, siltanan jî ferman rewa kirin e.
Mixabin dema îro da jî, lêkolînerên terefgir û akademisyen, ew gotinên ne rast bi hîm û perçîn dikine. Ew kar, mixabin zanistî ye, lê bi rengên zanistîyê carek din dubare dikine. Lewma jî astengî, zor û zexm, li ser wan tûcara kêm nebuye. Gelek Êzdî ji ber êrîş, pevçûnan reviyane û cangorî bûne. Tevî vanan jî Êzdî bi rêberîya ruhanî û zaneyan, bi çanda bav û kalan, hînî nirxên ola Êzî buye, sere xwe daye û ji ola xwe nezivirî ye. Şikir ji Xwedê ra , ew hêjî wenda nebûne, dijîn û îro geş jî diben.
Tawisî Melek bi reng û dengê xwe, nîşaneke Xwedê, ya bê hempaye. Taybetmendiyek di navê wî de heye: 'Tav; ronahiyê û pîrozbahiya peyvê ye. “Us-Tus” tac e li sera ne, ew “tok” e nîşana Êzdiya ne. Tawisî Melek tacê serê Êzdiyan e. Di Lalişa Nûranî de civîn çê buye. Melekan di ruhê xassan-qencan-rindan da mekân girtî ye(tecsîm, ew mijarek teosofî ye) buye eyd û coşek mezin e, Melek Tawus “daxêr” buye (înzal).
Ev fikra, berî Hz.Îsa jî hebuye. Di serdema Paganîk de jî, xwedanên her curan hebune. Ew xwedanan îro jî di Êzdîyatîyê da hene û bi navên meruvên çak-pîroz tên bilêv kirin. Tê wê wateyê ku ronahiya îlahî li Laleşê; bihara Jiyanê de, dî ‘eyd û erefata de têye pîroz kirin. Bi rastî, di Xaçperestiyê de, Îsa Mesîh wekî kurê Xwedê hatîye qebul kirin. Ew yêka, di baweriyê Sêyekemîn (Trînîte: Bav, Kur, Ruhê Pîroz) de buyera tecsîmê beyan dibe. Kesên ku Tawisî Melek bibînin û ava yanê (Ab-ı Hayat) vedixwin, çak-xas û paqij dibin.
Nexşên li ser baskên Teyr Tawûs nîşana vê yekê ne ku, Teyrê Tawis bi tevahî dide nasîn. Ne hewce ye ku tayek ji bask were qutkirin, dema ku wext tê, ew ji xwe dikeve û yekî din tê dewsa wî. Têyren mitolojîk yên weke Simûrg, Fînîx, Selamend, Tawûs û hwd. Ewna nemirî ne, di xalîya/agirê xwe da diwelidin, vedijên. Hinek akademîsyenên xadî wîjdan jî hene û bi kurtahî weha difikirin: “Bi taybetî van salên dawî li ser Êzdiyan gelek tişt hatine gotin û nivîsandin. Lê belê, piraniya van ji hêla derdorên siyasî an teolojîk ve hatine nivîsandin. Hinek ji van dixazin bî dirûstî û rastî ola Êzî nas bikin. Her kesekî gorî bawerî û îdeolojîye xwa lêkolîn kirî ye, lewra encam jî cuda bune. Mixabin , qismê mezîn Êzdîyan, weke xenîmetek şer dibînin û ji buna parva kirine hevkariyê dikin. Ew dibêjin, bawerîyeke Êzdiyan ya statik nîne.
Êzdîyatî, qala başî, rindî û rastîyê dike; van wesfan dipesîne, gotin û nesîhet buna reva kirina van nirxa ne. Ronî heye, lê şev û tarî-reş jî heye. Tarî-reş, îşareta nebaşîyê ye babetek e. ’Xeyb babetek dine, mumkun e, ronî nebuye. Dema ku şewq, nezer were ser, eyan-beyan dibe. Situna kon, bere hîm eqil û rindî, rastî, ronahî ye. Di Ezdaîyê da dubendî nîne, meqamekî nerîndî-nebaşîyê tune. Nebaşî û nerindî jî fikr û hewlek, karek însan e. Ewna parekî aqilin. Ew kar û kisbên ne baş; însan û civatê, sirûştê xirab dikin. Xerabî jî karekî bi aqile û şaşe. Buna ber girtinê (firên), di dil û mejuyê însanda “şûr-îrade” û “vîcdan” heye. Di qewl û sebaqên Êzdîyatîyê da ewna hene.
Êzidîtî; hişê mirov, weke motor û çavkaniya kirinên wî dihesibîne, lewma însên ji kirinên xwe berpirsyar dibîne. Çavkaniya xerabiyê, kes bi “xwe” ye. Mirov pareke qedera xwe dinivîse. Yê ku hewce û xîtabî Xwedê dike mirov e. Deriyê Xwedê, ji her kesê ku dikare were ra, re vekirî ye. Ji hêz û hikmê Wî re sînor tune. Yê Pêşî û Dawî (Ebedî) Ew e. Afirandina qedirbilind Însan e (Yê Kamil) ew wekîl û qasidê Xwedê ye.
Êzdîtî, ji olên Îbrahîmî gelekî kevntir e. Tawisî Melek , melekê Xweda yê ku ji ronahiya(nura) Xwedê hatiye afirandin û ji ber vê yekê ew pîroz e. Cihê 'Xirabiyê' li kêleka Xweda nîne. Di mirovan de, qencî û xerabî bi hev re ne. Xweda, dilovan û dilovîn e. Însan wekhev dibîne, emrê hemûyan dike, adil e.
Weke ku tê zanîn, her bawerî di destpêkê de "devkî" bû û piştre jî hat nivîsandin. Dîroka berhevkirinê û rêbazên Pirtûkên Pîroz yên olên Îbrahîmî balkêş in. Buna Êzdîyan pirtûkên ku, tê de sebaqe, qewl û diha, hinek merasîm û peyvên standard hene bi kurdî hatine çapkirin. Di nav wan de ziman, çand, zanîn û felsefeya olî (theosophia) di asteka bilind da xuya dike
Di vir da pêwîst e rastîyek were destnîşankirin:
1-Dînên esmanî: Ji Xwedê/Esman dest pê dike û ber bi erdê/mirov va dadikeve. Mirov bêyî ku xwe nas bike, bawerî bi Xwedê tîne û dî afirandina kewnîyatê da dest pê dike, însan dixuluqe, paşê ê xwe nas bike. Bi Xwedê dest pê dike, bi alem dadikeve. Însan dikeve kirasekî hazir. Di bawerîyê da, wehî û Pêximber(nebî) hene. Ol û oldarî, rê û rismmên nebî-resûlan beyan dibe û dimeşe. (Ji Xwedê heta Beşer-qewsî nûzul).
2-Dîn û baweriyên Beşerî: Ji mirovan dest pê dike, bi hizirkirinê, bi hîskirinê; bi zanîn, geşepêdan û agahdar bûnê dixwaze xwe bigihîne Xwedayê ku pêwîst e. Hewil dide ku bibe xwediyê baweriyek ku ji bo hemû mirovahiyê rastî, başî, aşitî, qencîyê dixaze. (Ji Beşer heta Xwedê-qewsî huruc). Însan bi eqil û fam xwe nas dike, buna başî û rastîyê difikire, hewildide, pêş dikeve, bawerî çê dibe. Beşer, kirasê xwe bi xwe didurê. Xwedê vacîb/şert dibîne, kesên çak, rê û rism çê û beyan kirine (nebî, resul nîne). Bi nav û destura Xwedê li cimatê ra rêberî kirine. Kesên çak û xas, alim, zane her tim hene.
Gorî van nirxên zanistî, em dikarin bejin ku di Êzdiyatîyê da; navend/hîm Xwedê, Melek Tawûs û Şêx Adî ye. Baweriyek hevgirtî, kevnar û jîyande ye, Xwedê yê kifş û keremeta ye. Di dema berî Hz. Îbrahîm da dest pê dike, bi bandor û tesîra olên kevnar ên Mezopotamya û Rojhilata Navîn, baweriyên agnostik/gnostîk û olên yekxwedayî da dimîne, hinek reng û dengen vana diecibîne. Gotin ewe ku di çend qunaxan ra derbas buye. Kesên nezan û ne yar dibêjin ku Êzdîtî; olek pînekirî ye, her parek li yêkî din girti ye. Ew fikr û îda şaşe û bi mexsed e. Di hemu olan da rismên hevbêê hene. Tê gotin ku, hemu dîn, dînê Xwedê ne, gorî demê û gorî gelan e. “
Bawerî di navda, hemu çand bi sê babetan çê û belav dibe:
Xala Yêkemîn: Çand, malê gel e, gorî jîyane û hunera însanan çê û belav buye/dibe. Ya Duyemîn, kultura pêşketî dibe mercê texlîtê, cinar wê bî rizayî hildigrin, di çanda xwe da bi kar tînin. Ew hewcedarî û alîkarî ye, bi dilxaşî ye. Xala Sêyemîn, bi zor û mecburî ye (bê rizayî), serdest dixazin ku bêguharîn wek wan were bi guhare. Ew mijûkarî ye (asîmîlasyon).Wek mînak, ola xwe biterikîne were “hîdayetê” ango were ser dîne me (zordarî).
Her çand di dewsa xwe da, vedijê, nujenî her tim heye û rewa ye, malê xwe ye, normale, helal e. Ya rastî Tewrat û Zebûr bi hev re berdewam dikin. Încîl, xîtabî Cihû û Pûtperestan dike; Quran, xîtabî muşrik û olên din dike, baweriyên wan vedibêje, pûtên wan rêz dike û bawermendên wan vedixwîne cem xwe.
Di nezera Xwedayê dilovan û dilovîn da dîn yek e, gorî demê û gelan hatine dîyar kirin. Xwedê, xwediyê hezarûyek nav e, vesf û kar bêsînur e. Xwedê; di olekê da, di nav û karekî da hilnayê. Ew ne ji buna kesekî ye û her tim buna herkesi ye. Kesên çak û zane dibêjin Xwedê ne lî erd û esman e. Cih û mekanê Xwedê, eqil-dil û mêjuyê însan e. "Rastî di Âdem de ye". Ol-bawerî buna kesên biaqle. Ku aqil hebe; bawerî û mesuliyet jî ê hebe. Kesên bêaqil û bêheş re bawerî çi hewceye! Ew fam nake.
- Dr. Ömer Uluçay
- Kemal Tolan berhev kiriye û parve dike.
Şîrove 0