Bêguman, hebûna ramanê û di mejiyê mirovan de, ew mirov cihê (cê) kiriye ji ajel û lawirên heyî. Belê hebûna heman ramanê jî, êdî mirov û di heman demê de ji yekî din cihê û ciwaz kirî ye. ...
Bêguman, hebûna ramanê û di mejiyê mirovan de, ew mirov cihê (cê) kiriye ji ajel û lawirên heyî. Belê hebûna heman ramanê jî, êdî mirov û di heman demê de ji yekî din cihê û ciwaz kirî ye. ...
Mirovê Bîrewer
Bêguman, hebûna ramanê û di mejiyê mirovan de, ew mirov cihê (cê) kiriye ji ajel û lawirên heyî. Belê hebûna heman ramanê jî, êdî mirov û di heman demê de ji yekî din cihê û ciwaz kirî ye. Ji lewra gotina „çanda Kerî„ û li hember mirovê bîrewer, hizirmend û ramiyar û pirrên din hate der, ev ne ji bo tekezkirina heman bêje û binavkirinê, lê ji bo rastî û ji bo xizmeta mirov û xewzayê bigiştî. ango Ji bo xêr û bêra giştî û nemaze ev çand, rola pûnijîn û ramanê bin pê dike..?!
Di vê babetê de, hunernerzad jî cî digirin. Hunerzad û hunerhez?! Bi wateya nivîskarên teoriya wêjeyî û hemî nivîskarên dinê jî ku ji mêj ve, wan û bi keda xwe a taybet, xizmeta mirovaniyê kirine û ji bo xêr û bêra giştî, jiyana xwe terxan kirine.
Belê, felsefe( Philosophie) û hezkirina hikmetê û hem jî hunermendên navdar û şêwekar û her yek bi rengê xwe û hwd, di nav kesên bîrewer de cî digirin.Tekez ta bi wan feylesofên herî seyr jî, ku îro em berheman wan dixwînin û dinirixînin û ew hevok û çirawîskên ku wan Li şûn xwe ji mirovaniyê re hêlana, dikarin û bi rastî bibin kilîtên zêrîn di gel têgihiştina derûna mirov, jiyanê,+ gerdûn diyalektîkê.
Li ba me Kurdan û ji mêj ve, ango Kurd wekî xwediyên şaristaniyê bihûrî û xwedan destpêkên ronîkirin û ramankirinê, xwedan feylesof û xwedan hişmendên pirr. Belê ji xwe ji mêj ve û ji bengehên dîrokê, wan xwe dane rexê tîrêjên heyî û xwestin ku xwe wekî mirov li ber roniyê rave bikin û jiyanê vebêjin û ne di paş perdeyên tarî de.
Tekez, me mînakên pirr jî ji ristên kilasîkan hene, ji lewra jî û bi tenê beriya bêhtir Ji 3030 salî ve, S. Xanî dibêje û ji dinê( diniyayê) dipirse:
Dêmek S. Xanî û xwedanê bilindgoya netewî dizanî bû, çawa dewletên medenî û xwedan şaristanî tên damezrandin û çawa hiş bi hikmetê tên avdan ta radeya ku ew î dizanî, çawa himmet, hêz,xebat û xwendin dikarin mirov û diniyaya wî bilind û avdan bikin. Bêguman û her çendîn nivîskar yan helbestvanê xwedan afrêneriya cuda û taybet, ji bo xwe jî dinivîsîne, lê di sertayî û di dawiyê de, ev nivîs dikeve xizmeta mirov û civakan bi giştî de.
Takekesiya nivîskar û qet li vir nayê wateya xwebîniyê û ezeziya çewt û bê wate, biqasî ku girêdayî ye bi atmosfêrên (Atmosphäre ) nivîsînê. Nivîskar jî, nîv feylesof e. Ew feylesofekî ku madeya felsefeya wî a taybet di derbarê derhêl û jiyanê de ziman û gotin in. Lê erê, ma kîjan ziman û gotin...?!!!
Madeya sereke Ji afrêneriya nivîskar jî, her dimîne zimanê civakê, lê tekez ne heman zimanê rojan e, lê zimanê hişmendiya bilind û ji lewra jî, ez zimanê helbestê, wekî şifreya herî tenik a rih û rewanê miletan bi xwe hildigire, dinirixînim...!
Dêmek: bandora zimên û nemaza yê wêjeyê li mirovan pirr heye û ew wan diguherîne bê ku haya wan jê hebe. Gotin...!!! xwedanê hêza xwe ye û ji lewra jî û bi awayekî pirr hesan û hîn di şanê de, çawa her gotineke dê û bav bi awayekî bi hêz û bandorê li kesayetiya zarokê dike û çawa ew dikare wî biguherîne. Zimanê wêjeyê jî, moralan bilind dike û nifşên pak dike û wan bi hêminiya xwe dide avakirinê.
Mirov ku bi rastî mirov be, xwe be, li hişê xwe û li gor heza dilê xwe be û hwd,,, pirseke Ji pirsên heyîn û hebûnê ên sereke ne...! Lê tekez jî ne pirseke wiha hêsan e...?!
Eger pencemora tiliyên me wiha jî hev cuda bin, êdî em ê çawa ji hev ne cuda bin ( mebest di şêweyê ramiyarî û bi hest û nestên xwe û kesayetiya xwe a tekekesî)..?
Mirov ku her çav li derhêlê be û bi lasayîkirina( teqlîda ) kesên din ve be û mijûlî jiyana ên din be karekî dijwar û pirr zor e ( li vir Familie, şan tiştekî din e û em dûr ji wê xalê diaxivin).
Lasayî kirin (teqlîd) bêhtir di civakên xwedan çandên Kerî de, belî dibe û kesên lasayî kesekî destnîşankirî bikin, zû bi zû ji vî karî jî diwestin û dê ji xwe zû jî, dest ji vî karî berdin. Kirina karekî û da ku berdewamiyê û incameke baş bi xwe ve li cî bihêle, pêşî û dawî pêdiviya xwe bi hezkirin û lêgerîn (lêgeriyanê) ve heye. Pirraniya karan, xwedan sînorên taybet in û ne hêsan e ku her mirovek ji rêzê, bikaribe wan sînoran bibezîn e..!!
Ji hêleke din ve jî, mirovê resen û xwedan karîn û hêzên taybet û ta ku destên alîkariyê dirêj bike, pêdiviya wî bi şîretên kesên din nîn e, pêdiviya wî bi lasayîkirinê nîn e û ew, ev ê yekê ji bo xwe dike û ji ber Etîk, moral, sincên xwe dike û ne jî ber tiştekî dinê.
Mirov jî û ji xwe di seretayî de, alîkariya xizim, kar û civaka xwe dike, beriya civakên din û li gor ku pêdivî pê heye. Ev kiriyara ji dil, hêminî û rehetiyê hem dide mirov û hem jî civaka derhêlê.
Baş e, di dema ku derhêla mirov pirçî û tazî be û di dema ku nexweşên miletê mirov pêdiviya wan bi hemî cureyên alîkariyê hebe...?! Çi wateya xwe heye ku mirov mal û samanên xwe bike bin xizmeta civak û netewên din û ta ku ew civak û netew hejar û belengaz bin...?
Belê dibe ku hin bibêjin: Ev mijar bi daxwaza kesayetî û azadiyê ve hinekî girêdayî be û ez bixwe jî ne li dijî heman azadiya takekesî me, lê li vir jî û ji mirov tête xwestin ku dûrbîn be û ne hema seresere li incamê binere û bûyeran baş bixwîne û bi têgihiştin mijaran li serada rewan û mejî bixîne. Belê mijara me dikare pirr kûr û dûrtir jî biçe, lê di vê gotarê de, hez dikim ku bi çend beytên Celal Aldîn- Alromî bi dawî bikim.
Mewlana Celal Aldîn- Alromî û di têxsteke xwe de dibêjî:
Li vê cîhanê, kêm kes stewehan (têgihiştin).
Kêm kes, dikarîbûn ku ne beniyê (xulamê) dilbijokiyên xwe bin.
Eger tu meskenê rewanê dipirsî?
Tu rewan î
Eger tu li gepek nan digerî?
Tu nan î
Û ku tu bi ev ê ramana hestiyar têgihiştî
Tu, yê bibînî ku hemî tiştên ku tu li wan digerî
Tu bixwe yî...?!!!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0