Nivîsa herî kevn a di derheqê tofanê de nivîsa Zeusudra ye. Ev nivîs di dewra sêyem a Ur de bi sumerî li ser kevir bi bizmar hatiye nivisîn Zeusudra Nûh e, di dewra Akadîyan de dibe Atrahasîs dûre di tableta yanzdehan a Pirtûkxaneya ...
Nivîsa herî kevn a di derheqê tofanê de nivîsa Zeusudra ye. Ev nivîs di dewra sêyem a Ur de bi sumerî li ser kevir bi bizmar hatiye nivisîn Zeusudra Nûh e, di dewra Akadîyan de dibe Atrahasîs dûre di tableta yanzdehan a Pirtûkxaneya ...
Li Ser Keştîya Nûh
Bûyera herî kevnar ya di bîra hevpar a mirovahîyê de tofan e. Ji ber ku Tofan, di bîra hemû şaristanîyên cîhanê de (Li destanên mezopotamya, li Nîjerya>mîtolojiya îfa, li Bakurê Amerîka> Destana Hopî, li medeniyeta Aztek> çîroka coxcox û jina wî, li medeniyeta Maya> popol vuh, li Hîndîstan> Şatapatha brahmana, li Çîn > Efsaneya Nûwa û di destanên devokî ên îskandînav û aborjînan da) cihê xwe girtiye. Di navbera vebêjeyan de her çiqas cudahî hebin jî tiştê ku mijara behsê ye tofan e. Em ê di vê xebatê de li ser Keştîya Nûh, di navbera pêlên paş û pêş de geh winda bibin, geh li xwe bigerin.
Peyvên girîng: Binnhişê kolektîf, arketîpên Jung, welîdîn, tofan, sudur, eqlê faal, laş-keştî û qible.
Gîrîzgah:
Nivîsa herî kevn a di derheqê tofanê de nivîsa Zeusudra ye. Ev nivîs di dewra sêyem a Ur de bi sumerî li ser kevir bi bizmar hatiye nivisîn Zeusudra Nûh e, di dewra Akadîyan de dibe Atrahasîs dûre di tableta yanzdehan a Pirtûkxaneya Asûrbanîpal/destana Gilgamêş de dibe Utnapîştim. Em dikarin bibêjin ku tableta yanzdehan berhema bîra hevpar a şaristaniyên mezopotamyayê ye. Di heman demê de di derheqê tofanê de berhema herî berfireh e. Di navbera vê vebêjeyê û vebejeyên pirtûkên îlahî de li hin xalan cudahî hebin jî bi xetên gelemperî ve xwedî aheng in.
->Gelo ev tofana li mezopotamyayê, cîhanî/global bû an herêmî? Teoriya Meltwater Pulse 1A(helîna qeşayan, 500 salan de asta behran 20 metre bilind kir, medeniyetên li beravan tune bûn) û Teoriya Black Sea Deluge Hypothesis(çêbûna Behra Reş, behra spî herikî gola reş û medeniyetên li dor gola reş li bin avê man) ji bo ronî kirina tofanê qels dimînin. Teoriya Younger Dryas Impact Hypothesis (12,800 sal berê kevirekî fezayî li Gronland an jî li bakurê Amerîkayê ket û helîna qeşayan destpê kir.
Piştî vê helîna ji nîşke ve behr bilind bûn. Bi tesîra dûkel û bi belavbûna karbonê ji esmanan barînên asît û baranên pir xurt destpê kirin. Piştî vê tofanê, ji zêdebûna karbona li esmanan belavbûyî cîhan bi demê re dîsa sar bû.) her çiqas li gorê lêkolînên li Kurdistanê bi taybetî peydahiyên li Girê Mirazan/Xerabreşk ev teorî dibetiya xwe hîn diparêze jî xwedî kêmasiyan e. Kratereke bi vê rengê mezin nehatiye dîtin, “gotina tendur kelîya” a li ayeta Hûd,11-40an dide nîşan ku destpêka tofanê bi pijiqîna avên li bin erd in, belkî jî li gel vê pijiqîna magmatîk jî çêbûye. yanê dibetiya bandora navîn ji dibetiya bandora derveyî girantir tê lê ev teorî vê yekê paşguh dike û bi keşfên nû tê zanîn ku li bin cîhanê deryayên mezin hene.
Gava em li ayetên Qur’anê ên derheqê tofanê de dinêrin em dibînin ku zimanê ayetan hemûgir lê ne mutlaq e. Tefsîrkerên dewra klasîk(İbn Kesir, Taberî, Zemahşerî, Râzî) peyama ji Nûh re hatî wek peyamek Cîhanî (global) nîşan didin û dibêjin tofan global e. Tefsîrkarên nûjen(Saîd el Kurdî, Seyît Kutup, Muhammed el Esed) dest nîşan dikin ku tofan ji qewmê Nûh re hatiye, herêmî ye. Welhasil pirsa tofan herêmî bû an global? Hîn jî mijara nîqaşê ye.
->Cihê keştiya Nûh...
Wek ku hin lêkolîner tênin ziman em dizanin ku di alfabeya Erebî de tîpa 'g' tune. Di cihê wê de tîpa 'c' tê bikar anîn mînak: Gaban el Kurdî> Caban el Kurdî. Li vir dibetiyek mezin e ku ji Cûdîyê qest Gûtî be.
...Keştî li çiyayê Gûtî rûnişt. Di vê çarçoveyê de em dikarin bibêjin ku li gor Qur'anê keştî li çiyayek Kurdistanê(çiyayê Gûtî, ji Gûtî qest erdnîgarîya Gûtîyan e) rûniştiye.
Dîsa li gorê Tewratê li çiyayên Araratê rûniştiye. ji hêla bûyînga ziman ve ararat ji uruatrî>urartu tê. Yanê dîsa herêm çiyayek Kurdistanê ye lê ne diyar e. Ji ber ayeta Qur’anê (“Hat gotin:Ey erd! Ava xwe daqurtîne! Ey esman! Ava xwe bigire! Av vekişiya, kar qediya, keştî li ser Cûdî rûnişt û wiha hat gotin: Civaka di nav şaşiyan da bila ji holê rabe!”. Hûd 11:44)- Hin zanyar dibêjin Çiyayê Nisir dibe ku Çiyayê Cûdî be Lê hinên din wê bi Pîr Magrûn(Nêzî bajarê Silêmaniyê) an çiyayên Zagrosê ve girê didin. Hin zanyarên din jî dibêjin ku dibe Nisir ne çiyayekî taybet be, lê bêtir sembolekî erdnîgarî yê çiyayên bilind ên Kurdistanê be, ku di çîrokên tofanê de (mîna yên Mezopotamya û Kitêbên Pîroz) wekî cihê rizgariyê têne dîtin. (“ Hevdehê meha heftan keştî li çiyayên Ararat rûnişt. Tekvîn, 8:4)
Li gorê tofana ku di pirtûkên îlahî û destanên qewmên mezopotamyayê de cihê xwe girtiye Keştiya Nûh bê nîqaş li ser çiyayekî Kurdistanê rûniştiye.(Pîr magrûn, Cûdî-çiyayek Gûtî, Ararat-çiyayek Ûrartu, Zagros)
Di gîrîzgahê de em bi kurtî li ser mîtolojî, dîrok,teolojî,arkeolojî û jeolojîya tofanê sekinîn ji vir şûn de em ê di hewildana nêrînek derûnî, felsefîk û tesewûfî de bin.
Bi ya min vebêjeyên kevnar xwedî sembolên kûr û watedar in. Di Petrûsê (3.20-21) de tofan wek vaftîza cîhanê hatiye şîrove kirin. Ez jî mijara Tofana Nûh wek mîlada di navbera cîhana kevn û cîhana nû da dibînim. Her çiqas bingeha etîmolojîk tine be jî ji aliyê fonetîkî ve navê Nûh û nû,new, newe bi hev re têkildar in. Ji hêla sembolîk ve jî piştî Nûh jiyaneke nû destpê dike. Li vir xala girîng ev e: Kurdistan bi çiyayên xwe ve di navbera raborî û pêşeroja mirovahiyê de pira parastina hebûn û bîra mirovahiyê ye. Bingeha gotina “Kurdistan dergûşa mirovahiyê ye” esasen ev e. Dê werin em bi hev re Keştiya Nûh li ser çiyayê Cûdî bidin rûniştin û li nav pêlan li heqîqeteke bigerin.
Ma bi keştîya rûniştî/stabîl û ger?
Helbet! ji ber ku em dixwazin “Di ya xwedî zivirê de a rawestî, di ya rawestî de a xwedî zivirê” bibînin.
Damezirînerê psîkolojiya analîtîk Carl Jung, têgehên wek “binhişê kolektîf” û “arketîp” derxistine li pêş. Binhişê kolektîf, wekî depoyeke giyanî ya hevpar tê dîtin ku tê de qalib, sembol û wêneyên gerdûnî yên mirovahiyê têne hilanîn. Ev qat ji kesayetiya takekesî wêdetir e û ji hêla hemû mirovan ve tê parve kirin. Mesela dojeh ji bo hemû Ereban cihekî germ e. Lê di bîra kevn a Kurdan de dojeh cihekî pir sar e. Li gel vê ji bo her du gelan jî dojeh cihê cezakirinê ye. Gelek sembolên bi vê rengê li nav gelan, gelek jî sembolên cîhanî/global hene. Jung, bawer dike ku sedema van hevparîyên sembolîk “Arketîp” in. Peyva “arketîp” ji Yewnanîya kevnar (Grekî) tê. Ew ji du beşan pêk tê:"Arche": Wateya wê "destpêk", "bingeh" an "kok" e. "Typos": Wateya wê "qalib", "mînak" an "şekil" e.Bi hev re, "arketîp" tê wateya "qalibê bingehîn" an "qalibên eslî". Li gor Jung, çar arketîpên bingehîn ev in;
1. Kesayetî (Persona): Rûyê civakî yê ku em ji bo pejirandina civakê nîşanî dinyayê didin. Ew ne kesayetiya me ya rastîn e, lê rola ku em dilîzin e. Ji bo ahenga têkiliyên civakî baş e. Zêde li pêş bikeve dibe sedema windakirina kesayeta rastî. Di vê arketîpê de esasen her mirov ji bo mirova din materyalê seyr û hayretê ye.(Eyne ye)
2. Sî (Shadow): Alîyên veşartî, nepejirandî an neyênî yên kesayetiyê, wekî hêrs, çavnebarî, an xwestekên qedexe. Sî bi gelemperî di xewn an tevgerên dozînî de derdikeve holê. Pejirandina sîyê ji bo mezinbûna kesayetiyê girîng e, lê înkarkirina wê dibe sedema nakokiyên navxweyî. Di vê arketîpê de mirov di nav seyr û hayreta xwe da ye.(Bi sîya xwe ve eyneya hebûna ronahîyê ye)
3. Anîma/Anîmus: Anîma aliyê jinê yê di hişê mêran de, anîmus jî aliyê mêrê yê di hişê jinan de ye. Ev arketîp bandorê li têkiliyên romantîk û têgihîştina zayendî dike. Anîma/anîmus alîkariya hevsengiya navxweyî dike û têkiliyên kûr bi kesên din re çêdike. Di vê arketîpê da mirov di nav seyr û heyreta nîvê xwe a din da ye. Mirov eyneya mirov e.(Pêşnîyariya xwendinê,anatomîya hebûnê:evîn)
4. Xwe (The Self): Arketîpa yekbûn û temambûna kesayetiyê, ku hemû aliyên hişê (hişmend, nehişmend, sî, anîma/anîmus) li hev tîne. Kesek piştî rêwîtiyek dirêj a xwe-nasînê, têgihîştina kûr a li ser xwestek û tirsên xwe digihêje, û xwe wekî yekî tevahî hîs dike. Di çanda Kurdî de, têgeha "Zerdûşt" an qehremanên mîna Kawa yên ku bi têkoşînê gihîştine yekbûnê, dikarin ji bo vê arketîpê wek mînak bên nîşandan Girîngî: Xwe, armanca dawî ya geşepêdana psîkolojîk e, ku mirov tê de hemû aliyên xwe dipejirîne û ahengek navxweyî peyda dike.(Self-actualîzatîon, xwepêkanîn)
Li ser vê bingehê, em dikarin bibêjin ku sembolên hevpar û arketîpên di “binhişê kolektîf” de bi cih bûne nîşeneya lêgerîneke kolektîf û takekesî a li ser raborîyê/ kokê, eslê ye. Yanê esasen mirov hem di perspektîfa şexsî de hem jî di perspektîfa civakî û kolektîf de li xwe, li kokê xwe digere! Keştîya Nûh, bi vê alê xwe ve bûyera herî ber belav ya di bîra hevpar a mirovatîyê de ye.
Li gel vê yekê xwedî sembolên derûnî, felsefîk û olî ye. Sembolîze kirina Petrûs mijara tofanê di heman demê de wek welidînê derdixe holê. Tê zanîn ku vaftîz piştî welidînê, ji gunehên alema berê xweşûştin e. Di temamê vebêjeyên ku me di gîrîzgahê da rêz kirine da tofan ceza kirina ji ber gunehan e. Piştî ji gunehan hatin şûşt in/vaftîz kirin, bi sekna tofan û keştîyê ji alemek nû re welidîn e.
Encam: “Alem, di nefesî rehmanî de sûretê pergala kelamê heq e.”
(Îbnul Arabî, fusûsil hîkmet)
Fikra wehdetê wucûd, bi têgeha “sudur”ê (pêde çûn, peyda bûn) afirînê vedibêje. Li gor wehdetparêzan her tişt ji xaliq e. Xaliq jî di heman demê de bi teceliya cuzî ve di her tiştê de ye. Gava ku em di çarçova “sudur” û “eqilê faal” de li mirov binêrin, em ê mirov wek çavdêrê afirîna bê sekin bibînin. Ji ber ku mirov li gor afirîdeyên din xwedî bîr û hişeke pêşketî ye. Di deryaya afirînê / hebûnê de çavdêrî helbet ne hêsan e. Li piştî her bersivê pirsek nû wê tim li pêş me be. (Li piştî her hizirînê tofanek di her tofanê de ji bo seknê qonaxek, di her qonaxê da welidînek) Şêx Şemseddînê Exlatî yek ji şêxên tatîqata xelwetîyê ye. Li gorê rêbazên tarîqatê bi zikr û xelwetê mirov dest ji halê dinyewî berde deriyên alema manevî vedibin.
Mezherê zat û sifat im me'denê eyn û heyat im
Keştîyê Nuh û necat im te ne nâ hâ yâ hû
Ev risteyên Şêx ku me ji bo destpêkê bi kar anîn xwedî sembolên balkêş in. Şêx dide nîşan ku li sifetên xwedê (di zatê xwe de, li zatê xwedê û sifetên xwedê)têgihiştî ye. Di domahîyê de dide nîşan ku bi hebûna xwe ve ji bo jîn û çavên jînê(bi hizrê çavdêrî û şahidîya jînê) madden/cewher e. Di risteya duyem de “keştîyê Nûh û necat im” necat tê wateya azad û parastî li vir ji xeynê sembola bi keştiya Nûh xilasbûna ji tofanê sembolên din jî hene. Bînin bîra xwe ku di hiyerarşîya hewcedariyan a maslow de xwepêkanîn-selfactualîzation asta herî bilind e û sembola azadî û şadîyê ye. Dîsa ji fikra çirûskîzm a Rênas Jiyan bînin bîra xwe ku qonaxa dawî azadî ye. Dawîya risteya duyem bi xuyanga yekem ve tenê wek zikrê were dîtin jî xwedî sembolên din e. ‘Hâ’ di zimanê Erebî de cinavka kesê/a sêyem a yekjimar e. (Hû-hûve>mêr. Hâ-hiye> jin) ‘Hû’ jî kurtîya navê xwedê ye.
Li vir ‘yâ’ tê wateya erê, erênî û heyretê. ‘Nâ’ dijwateyê ‘yâ’yê ye. (Ji mirov ber bi xwedê ve) Bi fonema xwe ve ev qisim wek pêla behrê ye nâ hâ> med/hatina avê yanê xeniqîn/tofan di deryayê de windabûn. Yâ hû> cezîr/çûna avê yanê vekişîna avê ferahî û ji xeniqînê xilas bûn. Di heman demê de ev lîstika edebî û felsefîk a li ser herfan nîşaneya nefes hildan û berdanê ye. Bi vê rengê xwe ve nîşaneya jîn û hebûnê ye. Gava em ji hêla anatomîyê ve li mirov binêrin em dibînin ku mirov ji du cewherên cuda pêk tê.
Laş û ruh/zêhn. Eger em “eqlê faal”(zêhna mutleq, ruhê mutleq) wek deryaya hebûnê bibînin zêhna mirov/ruhê mirov dilopek ji vê deryayê ye. Ji bo seyr û heyreta deryayê ji dilopê re keştiyek divê ji ber ku dilop gava bi temamî di nav deryayê de be nikare bibe çavdêrekî derveyî û ev rewşa fenafîllahê/ windabûnê ye. Berî lêgerînê, windabûn wateya çavdêrîyê pûç dike. Lewma rêgezên olî li mirovên dîn ferz nin e. Çavdêriya wan hayirîmana ji hizrê dûr e. Zikra tisî ye.
“Em ê helbet di nêz de ayetên xwe hem di dorhêlan de hem jî di wan bixwe de şanî wan bidin...”( fusîlet, 53) li vir em dikarin keştî wek laşê mirov bibînin. Ji bo seyr û heyreta alemê/hebûnê laş yanê keştî wesite ye. Êca niha li gor wehdetê pirsek derdikeve holê. Ma laş yanê keştî jî ne ji hebûna mutlaq e? Erê li vir şaşî tune bifikirin ku we tovê guleke li nav guldankekî ji axê çêkirî veşartî ye. Ew tov, axê di guldankê de, guldanka ji axê çêkirî û axa derveyê guldankê temamî ji heman cewherê ne.
Lê ji bo gul berî ku di bin barê axa gelemperî de biperçiqe û winda bibe divê ji wê barê li gorê potansîyela xwe ast bi ast bê parastin. Li vir mîsyona laş/keştî ev e. Gava gula me aj bide(bibe xwedî hizrê) tê li kokên xwe bigere. Ewil tê xwe û axa xwe a di guldankê de binase “ji bo ku mirov bi xwedê re nas be divê mirov pêşî bi nefsê xwe re nas be” (Arabî, fusûsil hîkmet). Di asta domahiyê de tê bibîne ku di guldankê de bi cih nabe divê xwe ji guldankê xilas bike û bigihêje axa mutleq. (Li ser vê mînakê ez dikarim bibêjim ku metafora mirovê firek a Îbnî Sîna her çiqas bi şîrovekirina zêhnê ve rast be jî ji hêla kokê jêhnê ve mînakeke qels e.)
em li vir dibînin ku gava mirov bi hizrê li pey kokên xwe bikeve bi tofanên maddî û manewî re rû bi rû dimîne. Ji bo xwe ji van tofanan biparêze û xwe bigihîne rizgariyê, divê ji laşê xwe û alema laşê xwe fêm bike û divê bi civaka xwe ve li ser çiyayên xwe li alema derveyê xwe binêre. Mirov an jî gelên ku ji laşê xwe û ji çiyayên xwe bê xeber bin di nav xefletê de ne. Kes û civakên di xefletê de bi perspektifa kes û gelên din li paşerojê dinêrin û xeflet her kêlî bêhtir kûr dibe. Ji ber ku heqîqeta ku lê tê gerîn heman jî be axa her gulê, tebîeta her guldankê xwedî taybetiyên cuda ne.
Ji bo çavdêrî û şahidîya rast divê her gul li axa di guldanka xwe de bixeniqe , xwe bi guldanka xwe xilas bike bigihê ewlehîyê û ji guldanka xwe alema/axa xwe a mutlaq bibîne û tev lê bibe. Niha ez li ser banê keştîya xwe li ser çiyayê Cûdî li nav pêlên raborî û pêşerojê de li xwe digerim. Bawer dikim ku divê her mirov wesiteya xwe a seyrê(laş, keştî) baş binase û divê her gel ji bo keştiya xwe a kolektîf xwedî çiyayek(qibleyek) be. Çiya, çiyayê me ye. Keştî, keştîya me. Dê kerem bikin em li qiblegaha xwe, hem ji bo hêvîyên mirovahîyê hem ji bo pêşeroja gelê xwe di seyra xwe a heyretê de wehdeta xwe pêk bînin.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0