Li gorî felsefeya wî: xweza, ji perçeyên herî biçûk yên ku nayên xwiyakirin pêk tê û her tişt, heta tiştên herî biçûk jî dikarin ji hev dabeş bibin. Lêbelê, di naveroka her tiştî de hinek ji tiştên din jî heye. Anaxsagoras wan perçeyên herî biçûk, bi ...
Jiyan û Felsefeya Anaksagoras (B.Z.500-428)
Anaksagoras (B.Z.500-428): Berî zayînê di sedsala 5an de jiya ye, ji xelkê Atînayê bûye û wekî fîlozofê pêşîn ê Atînayê tê hesibandin. Lê bi eslê xwe ji Enedolê ye, piştî çil (40) saliya xwe hatiye Atînayê û felsefeya xwe, pêşkêşî hemwelatiyên Atînayê kiriye. Ji ber raman û teorîya xwe a felsefeyî, bi xwedênenasîyê hatiye tawanbarkirin û ji bo dardakirina wî, biryar hatiye dayîn.
Li ser vê biryarê Atînayê terk kiriye û jiyana xwe mayî, li sergûmê domandi ye. Li gorî felsefeya wî: xweza, ji perçeyên herî biçûk yên ku nayên xwiyakirin pêk tê û her tişt, heta tiştên herî biçûk jî dikarin ji hev dabeş bibin. Lêbelê, di naveroka her tiştî de hinek ji tiştên din jî heye. Anaxsagoras wan perçeyên herî biçûk, bi navê ‘tov’ yan ‘cewher, hilik’ê dinavîne û dibêje yên wan diafirîne ‘nous’ e. Bi vê dîtina xwe, ê ku ‘nousê’, ango aqil daniye pêşiya nesneyan, ew e. Bi vê nêrîna xwe, di dîrokê de bûye sebebê dualîzmê. Navê berhema wî, ‘Xweza’ ye û ji bilî vê yekê, bi karê astronomiyê mijûl bûye.
Çend Gotinên wî yên Bijare
1- ‘Baskên çivîkan jî bibin pênûsa min, derdê min nayê nivîsandin.’
2- ‘Em mirinê ji du tiştan dinasin, ji dema berî zayînê û ji xewê.’
3- ‘Ji ber sebebê bikarhanîna haletan, mirov heywanê herî jîr e.’
4- ‘Hemû tişt, heta bênatiyê dabeş dibin.’
5- ‘Ji yên bêpor û bêgoşt, wê çawa por û goşt derbikeve, ma ev pêkan e gelo?’
6- ‘Roj e, a ku li ser hîvê ronahiyê dirêjîne.’
7- ‘Ji hêla hêz û lezê ve, mirov li gorî heywanan li paş e. Lê bi riya bikaranîna aqil, hiş û ramanê, ew hingiv dicivîne, şîr didoşe û hemû hilberiyên heywanî bidest dixe.
8- Ji ber sebebê bêhêziya xwe, em nikarin rastiyê hilbijêrin.
9- Di naveroka her tiştî de, ji bilî aqil her tişt peyda dibe. Û hinek tişt hene ku aqil jî dihewînin. Aqil, raserî hemû tiştî ye û li ser hemû tiştî xwedîbandûr e, bêdawî ye û xwe bi xwe, xwe îdare dike û ne tevlî tu tiştî ye. Ji bilî aqil, di her tiştî de hinek tiştên din peyda dibin. Wek; germ- serma û reş û spî.
10- Di destpêkê de, hemû tişt bi hevre bûn. Ji hêla biçûkahî û mezinahiyê ve jî, bêdawî bûn. Û dema ku bi hevre bûn jî, ji hevdu bêferq bûn. Her tiştî, hewa û aîther digirt û ku herdu jî bêdawî bûn. Lewra, ew di nava hemû tiştan de, him zahfî û him jî di mezinahiyekê herî mezin de bûn. Lewra, hewa û 'aîther', ji zahfbûna çarmedorî veqetiya ne û ew zahfbûna çarmedorî, ji hêla pirbûnê ve bêdawî ye.
11- Aqil, çavkaniya hemû livbaziya ye. Aqilên sivik, li hawirdor bela dibin û yên giran jî diçin navendê. Ev yek jî, dibe sebebê vegerê. Ev lewnek e û him ji mirovan û him jî, ji bo heywanan baş e. Ji ber ku mirov xwediyê dest e, ew raser e.
12- Li ser babeta derketina holê û windabûnê, dîtinên heleniyan qet ne rast in. Lewra, tu nesne nayên holê û winda jî nabin. Bi tenê, yên hene digihêjin yên din û tevlî wan dibin. Ji ber vî sedemî, divê ji xilasbûn û ji windabûnê re bibêjin jihevçûn.
- Jêder
- Antolojîya Feylesofan I (Anthology of Philosophers I)
- Alî Gurdilî - Weşanên Soran - Berlîn 2015
Şîrove 0