Beriya Zayînê (B.Z.) di sala 500an de jiya ye, hekîm û fîlozofek î yewnanî ye. Di nav loda ramanwerên beriya Sokrates de cîh digre. Li gor bîr û baweriya wî; ramana mirov ji bîr, tasawûr û ji zanayiyan pêk tê, ku ev yek di zindiyên din de ...
Beriya Zayînê (B.Z.) di sala 500an de jiya ye, hekîm û fîlozofek î yewnanî ye. Di nav loda ramanwerên beriya Sokrates de cîh digre. Li gor bîr û baweriya wî; ramana mirov ji bîr, tasawûr û ji zanayiyan pêk tê, ku ev yek di zindiyên din de ...
Jiyana Alkmeonê Krotonî (B.Z. sala 500an)
Beriya Zayînê (B.Z.) di sala 500an de jiya ye, hekîm û fîlozofek î yewnanî ye. Di nav loda ramanwerên beriya Sokrates de cîh digre. Li gor bîr û baweriya wî; ramana mirov ji bîr, tasawûr û ji zanayiyan pêk tê, ku ev yek di zindiyên din de peyda nabe. Di ramanên wî de, bandora hekîmiya wî jî xwiya dike. Cara yekemîn wî gotiye ku mejiyê mirovan, navenda têgihiştin û ramanê ye. Navê wî di diyalogên Platon (Plato, Eflatun) de jî, derbas dibe.
Çend Gotinên wî yên Bijare
1- ‘Hîmê tenduristiyê yê bingehîn, tar û ziwa, serma û germ, tehl û şêrîn û mîna têkîliyên di navbera hêzên din de, wekhevî ye. Serweriya wan ya yekê jî, sebebê nexweşiyê ye. Tenduristî bi awayekî xwedîpîvan, tevlîhevbûna van wesfan e.’
2- ‘Xweparastina li hemberî dijminekî, ji a dostekî hêsantir e.’
3- ‘Giyan ji ber ku dişibe heyînên zindebar, ew nemir e. Sebebê vê yekê, livdariya giyan e. Lewra, hemû heyînên xwedayî di livdariyeke bêrawestan de ne. Heyv, Roj, Stêrk û hemû asîman.’
4- ‘Peywendiya hemû livokên sehekî û hestên me, bi mejîyê me re têkildar in. Ji ber vê yekê ye ku dema mejî diheje, an cih diguherîne, hemû livok şeht dibin. Çimkî ev bûyer, wan lûleyên ku sehekan çêkirine dixitimînin.’
5- ‘Perçeyê ku feraseta dîtin, bihîstin û bêhnkirinê dide çêkirin, mejî ye. Ji wan sehekan, hiş û pêşnûma dizên û dema ku hiş û pêşnûma bêhna xwe vedidin, wê demê zanînî dertê holê.’
6- ‘Yên ku nuxumî ne, bi tenê xwedê wan baş dibîne û mirov jî, bi tenê ji wan encaman bi dest dixin.’
7- ‘Sebebê xilasbûna mirovan ew e ku ew nizanin despêkê bi dawiyê re girê bidin.’
8- ‘Mirov ji heyînên din, bi têgihiştinê cuda ne. Heyînên din heke bibihisin jî, tênagihêjin.’
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0