Min gelek caran di danûsitandin û xeberdanên xwe de, ê bi derûdorên xwe re, her tim destnîşan kirîye, ku ez karûbarên bi vî awayî gellek baş dibînim û divê ji bona başî, qencî û aştîya navcivakî û navxweyî, a nava malê ...
Min gelek caran di danûsitandin û xeberdanên xwe de, ê bi derûdorên xwe re, her tim destnîşan kirîye, ku ez karûbarên bi vî awayî gellek baş dibînim û divê ji bona başî, qencî û aştîya navcivakî û navxweyî, a nava malê ...
Aştîya Navxweyî û Nifşên Nû (l)
Gellek mekanîzma, pêkhate, KES û derûdor di nava çerxa guhartineke pirr dijwar de derbas dibin. Bi xêr û bêra van proseyên dîrokî, sosyolojîk, felsesefî û çandî, mirovantîyê li ser rûyê erdê hewqas transformasyonên mezin çêkirine û dinya bi hemû BAŞÎ û XIRABÎYAN re jî hatîye û gihîştîye roja îro.
Gellek KES, DERÛDOR, PÊKHATE, DEVER û CÎH, yên li ser rûyê erdê, li gellek deveran xwe nû kirine jî, ne li ser sêra berê ev nûjentî avakirine. Evan derûdoran bi şêwaz û metodên hemdem xwe nû- û birêkûpêk kirine û proseyên nûbûn û xwenûkirinê li gorî rewşa heyî çêkirine. Ango bi şêwaz, bêh û bazarên nû, nûjen û kêrhatî dixwazin sazîkirina civakeke ji nû ve çêbikin.
Min gelek caran di danûsitandin û xeberdanên xwe de, ê bi derûdorên xwe re, her tim destnîşan kirîye, ku ez karûbarên bi vî awayî gellek baş dibînim û divê ji bona başî, qencî û aştîya navcivakî û navxweyî, a nava malê, ji bona civakên li Kurdistanê dijîn û li kêleka hevûdin bimînin karên wiha her tim pêwîst in. Ji bona ku hebûna van civakan, piçûk, an jî mezin, li Kurdistanê di paşeroja welatê me de karîbe were MÎSOGER kirin.
Ji ber vê rastîyê tenêbe jî ev kar û xebatên bi vî rengî, di nava civaka me de gellekî pêwîst in. Bi dîtina min him di warê dîplomasîyê bi derva re û him ji di warê danûsitandinê bi civakê di nava malê de, TÊKILÎYÊN Kurdan heta roja îro mixabin î pirr ŞIHITÎ ne, kêm in. Bi gotineke din, ev danûsitandin şaht in. Weke gellek tiştên REWŞENBÎR, BIREVEBER û DESTHILATDARÊN kurdan, yên heta roja îro jî, mixabin nîvco û nîvcomayî ne. Ango yek karekî wan, ku ne NÎVCO û NÎVCOMAYÎ be, mixabin nîne.
Înca karê ku hatibin kirin her tim nîvco û nîvcomayî bin, ê çewa 100 % mirad û mexsedên wan, biçin serî. Helbet naçin serî, ji ber ku ew kar bi xwe î nîvcomayî ye.
Di jîyana rojane de divê KARÛBAR, PROJE û KONSEPT î ne nîvco û nîvcomayî bin. Pêwîst e were gotin, ku kar, dîtin, helwest û rabûnûrûniştin a REWŞENBÎR, BIREVEBER û DESTHILATDARÊN kurdan, yên di hemû QADÊN jîyana civaka Kurd de jî, mixabin ji vê bonê î NÎVCO û NÎVCOMAYÎ ne. Ê çaxê ku karûbarê kes û derûdorên, bahsa mijarê ne î NÎVCOMAYÎ bin, encama wan karûbarên wan jî ê wî çaxî NÎVCO bin û NÎVCOMAYÎ bimînin.
Ji hinga ez bîrawerî xwe bûme û heta roja îro, tiştên min xwendine, bihîstine, ji min re hatine gotin û ez bi xwe bûme şahid; Ku di hemû karûbarên kurdan heta roja îro kirine de, HEFSARÊ Kurdan, ne di destên kurdan bi xwe de bûye. Xwedîyê mîsilhetê ne kurd bi xwe bûne. Ev ji dised salan zêdetir e ku ev bi vî awayî dimeşe û ev kar wiha têye birêvebirin. Ji ber vê rastîyê jî, ev dised sal in, hemû KARÛBAR, PROJE û KONSEPTÊN Kurdan î nîvco û nîvcomayî ne.
Çima gelo ez serê her xeberê levza NÎVCO û NÎVCOMAYÎ bi kar tînim?
Di gotareke xwe a din de ez dixwazim bersîva vê pêrsê bidim.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0