Weşanxaneya Na’ê berî çend rojan ji çapemenîyê re ragihand ku wan 10 berhemên Newaf Mîro wekî set li ser hev çap kirine û niha, wekî onlaynê xwendevanên kurdîziman dikarin wan berheman bikirrin û bi xweşî, jê sûd werbigirin. ...
Weşanxaneya Na’ê berî çend rojan ji çapemenîyê re ragihand ku wan 10 berhemên Newaf Mîro wekî set li ser hev çap kirine û niha, wekî onlaynê xwendevanên kurdîziman dikarin wan berheman bikirrin û bi xweşî, jê sûd werbigirin. ...
10 Berhemên Newaf Mîro Hatin Çapkirin
Weşanxaneya Na’ê berî çend rojan ji çapemenîyê re ragihand ku wan 10 berhemên Newaf Mîro wekî set li ser hev çap kirine û niha, wekî onlaynê xwendevanên kurdîziman dikarin wan berheman bikirrin û bi xweşî, jê sûd werbigirin. Beyî guman, di şert û mercên niha de çapkirina berhemên bi zarûzimanê kurdî, bi serê xwe serkeftinek e, ji ber ku bazara kitêbên kurdî kesad e. Ligel vê yekê, em baş dizanin ku nivîskarên kurdan bi ked û fedakarîyeke mezin, helw didin ku bikaribin di vê bazara kesad û lawaz de, berhemên xwe biweşînin û dengê xwe bibin xwendevanên xwe û xizmeta, çanda miletê xwe bikin. Belê, rewş ev e.
A rast, em kêm jî bixwînin em dikarin berhemên bi zarûzimanê xwe bikirrin û li wan deynin refên pirtûkxaneya xwe. Em nexwînin jî, dibe ku zarokên me an hinek nasên me dikarin wan bixwînin û sûdê, ji wan werbigirin. Beyî guman, ev yek dê bibe piştgirî û xwedîlêderketina baş û dikare, bazarekî jî peyda bike ji bo berhemên bi zarûzimanê kurdî.
Wekî vê yekê hemû dem û dezgeyên kurdan, sazîyên sivîl, sendîqe û partîyên kurdan ên sîyasî jî dikarin wekî helwest wan berheman bikirrin û wan berheman, li ber destê endamên xwe amade bikin. Ji bo vê yekê, hişmendî û têgihiştineke çak divê û divê em tu carî ji bîra nekin ku her berhemekê kurdî, kevirekî li ser dîwarê kurdayetîyê zêde dike. Wekî malper û tv a Philokurdê, em destxweşîyê li rewşenbîr û nivîskar Newaf Mîro û hemû xebatkarên Weşanxaneya Na’ê dikin. Bi hêvîya rojên xweş û geş û bi hêvîya wan rojên ku qedr û qîmeta berhemên kurdî baştir were girtin.
Daxûyanîya Weşanxaneya Na’ê li jêrê ye
Di derheqê Newaf Mîro da!
Newaf Mîro bi xebata salan rêzeke dirêj a berhemên edebî û estetîk diyarî wêjeya kurdî kir. Ev ked; ji bo ziman, wêje, çand û bîra kurdî gelekî qîmetdar e. Kesek, ku di biçûkatiya xwe de here Almanyayê, li wan deran di karên cûr bi cûr de bixebite, heta adaptebûnê gelek zehmetî û zorî bikişîne lê zimanê dayîkê ti caran jibîr neke, bi hemû quweta xwe, bi hemû “bîr”a xwe bi zimanê dayîka xwe berheman biafirîne, tiştekî çiqas pîroz e. Belê, îro Newaf Mîro bi tecrubeya emrekî, çiqas peyvên wî zanibûye yên jibîrbûyî hebe dîsa kiriye nav bîra kolektîf. Wî bûyer û gengeşeyên berê aniye nava me. Wî gelek kurgu afirandine. Wî hîs û dîroka bawermendên me yên êzîdî bilêv kiriye. Ew di berhemên xwe de ji bo rewşa gelê xwe yê kurd ê îroyîn li ber xwe ketiye. Wî hezkirinên me, bêriyên me, evîn û êşên me kiriye helbest, aheng daye peyvê.
Newaf Mîro û pênûsa wî
Newaf Mîro, yek ji navên girîng ên edebiyata kurdî ya hemdem e. Bi zimanekî wêjeyî yê dewlemend û nêrîneke rexnegir a civakî, di berhemên xwe de kûrahiya çand û dîroka kurdî vedikole, di heman demê de bi awayekî hunerî mijarên gerdûnî yên wekî mirovahî, azadî û têkoşînê jî radixe ber çavan.
Mîro, heya niha gelek berhemên hêja pêşkêşî xwendevanên kurd kiriye. Niha em wek Weşanxaneya Na’yê bi kêfxweşî agahdar dikin ku 10 berhemên bijartî yên vê pênûsa hêja ji nû ve hatin çapkirin. Di nav van berheman de çar ji wan çapa duyemîn in, ku ev yek nîşaneya eleqeya xwendevanan ye ji bo xebatên wî. Yên din jî berhemên nû. Van 10 pirtûkên ku ji aliyê Weşanxaneya me ve hatine çapkirin, ji hêla naveroka xwe ya dewlemend û zimanê xwe yê zelal ve balkêş in.
Nivîskarê me yê ku li Wêranşara Rihayê hatiye dinyê û ji sala 1987'an ve li Elmanyayê dijî, bi van berhemên xwe yên nû gaveke girîng bi pêş ve avêt. Mîro’yê ku berê bi pirtûkên wek "Ji Te Hezkirin", "Lehengê Tazî Keleşê Reş", "Dilop" û "Bend" hatibû naskirin, niha bi van 10 pirtûkan dîsa derdikeve pêşberî xwendevanên Kurd. Em bawer in ku ev berhemên nû çapkirî dê bala xwendevan û derdora wêjeya Kurdî bikişînin ser xwe.
Weşanxaneya Na
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0