Êzîdî dinyayê dişibînin Hêkê, ji hêkê heta bi hêkê, ji axê heta bi axê, ji axê heta bi Xwedê ji Xwedê heta bi erdê, ji erdê heta bi ezman mala Xwedê dibînin. Ew bawer dikin, dinya berê behr û av bû. Tenê av hebû. Dinya ji Durê afiriye.
Êzîdî dinyayê dişibînin Hêkê, ji hêkê heta bi hêkê, ji axê heta bi axê, ji axê heta bi Xwedê ji Xwedê heta bi erdê, ji erdê heta bi ezman mala Xwedê dibînin. Ew bawer dikin, dinya berê behr û av bû. Tenê av hebû. Dinya ji Durê afiriye.
Êzîdî, Êzîdayetî û Yezdanî
Êzîdî xwe beriya hewa û Adem û beriya afirandina Kinyatê dibînin. Qedîmtirîn ola yeksanî ya cîhanî ye. Êzîdî ne Ola pêxembera ye. Kesekî bikeve nîvê wan û Xwedê di Êzîdayetiyê de nîne.
Qewlê Afirandina dinyayê dibêje:
Padşa û her çar Yaran*1
Li merkebê dibûn siware
Geriyan li her çar kinara
Û li Lalişê sekinîn gotin: ev Heq war e.
*Ax, ba, av û agir
Êzîdî dinyayê dişibînin Hêkê, ji hêkê heta bi hêkê, ji axê heta bi axê, ji axê heta bi Xwedê ji Xwedê heta bi erdê, ji erdê heta bi ezman mala Xwedê dibînin.
Ew bawer dikin, dinya berê behr û av bû. Tenê av hebû. Dinya ji Durê afiriye. Dur teqiya û ji Durê Derya, ji deryayê ax û ji axê giyanewer afirîne. Tevî di teoriya Bîg Bang-Teqîna mezin de ev bi zanistê îro tê pişterart kiriye.
Lewma dinyayê di Qewlên Gaûmasî dişibîne masiyê di nav avê de. Tevî ku em dizanin îro dinya di nîvê avê de ye. Giraveke mezin e.
Qewlê Gamasî dibêje;
Tevî ku îro zanîn dide nîşandan ku Masî sê cara li Gê ye. Mebest masî av, ga Erd. Lê dinya berê bêhtir av bû. Tawisî Melek, yan Teyrê Enqer yan anfer bi fermana XWEDA peyda bûye. Ew teyr ruhberê piştî Xwedê yan Xwedê bi xwe ye. Lewma Teyr pîroz tê dîtin. Dibêjin ew Xwedê bi teyr re axivî ye.
Gotiye; tu kî ye, ez kî me?
Teyr gotiye; tu tu yî, ez jî ez im.
Xwedê ferman daye û dinya zêdeyî çil hezar sal av maye. Teyr firiya ye lê cîh nebûye lê deyne. Paşe dîsa teyr tê hizûra Xwedê. Xwedê dîsa dipirse; tu kî ye, ez kî me?
Tawis bi xwe navek ji navê Xwedê ye. Êzî jî navek ji navê Xwedê ye.
Qewlên 1001 de dibêje
Navê yek Xweda yê duyemîn Tawis e, ango Nûr ji qewlê Mersûmê Cebêr
Teyr yan Tawisî Melek gotiye; tu Xweda yî, tu Ezda yî, te hezar û yek nav li xwe daye, lê navê şîrîn her Xweda ye. Navê Xwedayê Êzîdiyan Xweda ye, ango Xwe-Da, ango; yê beriya me û her tistî hebû ye. Navê duyem Ezî, yan Yezdan/Ezda ye. Lê navê olê Êzî, ango Xwedê -Tawisî, kesên ji wê olê Êzîdî ne. Êzîdî Xwedayê xwe bi siruştê dinasin. Remzên olê siruştî ne.
Weke Roj, Heyv, Stêrk, Ax, Av, Agir û hewa.Bi wê re heft Melek, yan milyaket.
Heft roj, duşem, sêşem, çarşem. Êzîdî bawer dikin, dinya di roja çarşemê de afiriye û şên bûye. Di Nîsanê de, çarşema serê Nîsanê, ya afirandina dinyayê û destpêka jiyanê ye. Hêk û Dur heman tiştin.
Lewma rengên Sor, Spî û Zer bikartînin. Sor, xwîna ji hêkê afiriye, zer Zerika hêkê, spî jî qalikê hêkê ye. Her reng jî, giyanwer û rengê jiyanê ne. Kulîlkên Nîsanê jî bi ber deriyê xwe ve dikin. Kincên Êzîdiyan jî pêwîste spî û siruştî bûna. Heta bi mûyên canê xwe re jî rêzê digirin, ne ji bo wan ji yê ew afirandî ye. Neynûka navêjin erdê, porê xwe jî. Agir ne dikuştin, lewma dibêjin; vemirandin. Dihiştin heta bi xwe vemire.
Ostern, Eastern bi xwe ji heman rîtûal û baweriyê tên. Ew cejn beriya Îsa yê nûranî ye. Her çend bi kiras guhertina Îsa re, yan vejîna Îsa re tê girêdan jî. Lê afirandin jî vejîn e.
Êzîdî xirabiyê ne di karên Xwedê de, yan di Melek û milyaketên Xwedê de, di mirovan de dibînin. Mirovên qenc weke qencên Xwedê û nîşana dilovaniya Xwedê dibînin. Lewma jî ew hemû qencên Xwedê û pêxemberan re bi rêz û hurmet in. Heqî û neheqî di surişta mirovan de heye, ew ji Habîl û Qabîl de heye.
Êzîdîya pêxember nîne û di êzîdatiyê nabe kesek bikeve navêna Xwedê û Evd. Êzîdiya pirtûk nîne û bashe nîne. Pirtûk pêshiya pirsê digire. Bersiva her pirsê di pirtûkê de digerin. Adem û Hewa jî qencê Xwedê ne. Bi fermana Xwedê ji ax û avê bi fermana Tawisî Melek hatine afirandin. Û bi şaz û qudûm ango bi muzîkê re ruh ketiye bedena wan. Lewma ciyê muzîkê di ola Êzî de girîng e. Lewma muzîk girêdaneke ruhî ye. Êzîdî miriyên xwe jî bi muzîkê birê dikin..
Êzîdatî li ser sê hîm û qoliya hatiye sazkirin.
Meriv dikare wekî xuluqandinê, jiyan û mirinê jî bi nav bike.
Ji bo xatirê mirovên yekem û weke remzê Kinyatê yan dinyayê Êzîdî ji axa Lalişa pîroz û ava Kaniya spî guroşk/berata çê dikin. Ew yek pîroztirîn nirxên Êzîdiya ye. Ev yek nîşana kozmogoniya Êzîdiyan e. Dinya û afirandinê bi xwe û weke xwe şîrove dikin.
Li gorî bawerî û felsefeya Êzîdatiyê mirov li dinyayê ticar çavbar nabe, heta ax bikeve çavê mirovî. Lewma Êzîdî gava miriyên wan dimire, bi destê bira yan xwîşka axretê beratê dikin çavê mirî.
Xwîşk û biratiya Axretê divê her Êzîdî hebe. Nebe jî piştî mirinê xwîşk yan birayekî axretê divê hebe û girêka serê mirî girêde. Biratiya Axretê biratiyeke bê berjewendî û hesab e. Girêdana giyanî ye.
Êzîdî bi reseniya Xwedê bawer in. Ji her nebat û giyanwerî re bi rêz in, weke rêzê ji Xwedayê xwe re bigirin. Lewma di Êzîdatiyê nabe ji Ker û hespê qantira çêkin. Yan ji du cûre daran nebat û fêkiyekî din çêkin. Zewac jî dikare di vê çarçoveyê de bête dîtin. Ango parastina reseniyê, parastin û rêza ji Xweda re ye. Êzîdî bawer dikim, qencî û xirabî encama kar û emelê mirov in. Yan ji yek navendê tên û Êzîdî dibêjin “serê her tiştî Xwedê ye”. Ango ew bawer nakin ku Melekê Xwedê gunehbar bin. Dinya ya Xwedayê bi tenê ye. Mirov ji axê çêbûne dîsa dibin ax.
Êzîdî di duayên xwe de, ji 72 miletan re xêrê dixwazin û pashê ji xwe re dixwazin. Ev bi xwe ashtîhezî, dilovanî û dilsoziya bi Xwedê û dunyayê re ye.
Êzîdayetî beriya Yezîdê kurê Mihawî hebû. Çi eleqeya Yezîd û Êzîdiyan bi hev tune ye. Tenê nav nêzîkî hev e. Ew jî ji ber ku yî “Ê” di gelek zimanan de tune ye. Li şûna wê tîpa Ê, Y hatiye bikartînin. Yan din jî me bivênevê Êzîdî jî ketine bin hukmê dewleta Îslamê û nakokiyên îslama siyasî ji bo xwe bikar anîn e. Yan jî neçar bûne bibin parceyek jê.
Êzîdayetî ne oleke misyoner e. Ne oleke xelkên din biqelibîne ser Ola xwe. Yan zimanê kesekî kêm nabînin. Her milet û ruhber bi babetê xwe Xwedayê xwe dihebîne. Ji her Ol û zimanî re bi rêz in, weke rêzê ji Xwedayê xwe re bigirin.
Helbet dîroka heyî bi destê serwer û serkeftiya hatiye nivîsandin. Û weke hatiye xwestin hatiye nivîsandin. Lê ola Êzî oleke kevnar e. Beriya Olên Brahîmî ye. Dîroka dinyê ne du hezar sal in. Yan ne bi dîroka Hicrî ye. Kinyat bi milyonan sal kevnar e Êzîdî û Êzîdiyatî yek ji qedîmtirîn ol û bingeha mirovahiyê ye. Warê Êzîdiyan Mezopotamya ye, û dinya medenî Mezopotamya weke dergûşa mirovahiyê bi nav dike. Nîşanên vê olê di dema Ûrartûyan de hene û Ola Ûrartûyan e. Deriyê Mehr, serokê wan Serdor û yan Serdar e. Navê Xwedawendê wan Xaldî ye. Heta niha jî hemû dunavên Êzîdiyan, ango Şêx û Pîr Êzîdî Xaltî ne.
Dîrok wekî Yezdanî, yan Yasdanî dinivîs e.
Beriya Zerdeşt hebû ye. Zerdeşt ji wan qetiya ye û bûye Ola fermî ya Fariza. Îhtimaleke mezin yekem Oldewlet û misyonerî bi Zerdeştîtiyê destpêkiriye. Êzîdî bi xwedawendên xirabiyê bawer nakin. Ew bawer dikin hêzeke din ya bê destûra Xwedê tune. Şîrik ji Xwedê re tune. Mirov ji axê çêbûne û divê bibin ax. Lê ruh piştî ku gihişt asteke ruhanî û xas dikare biçe behiştê.
Ji bo bêhtir zanîna hûn dikarin vê bixwînin. https://philokurdtv.de/p/anti-ezidayeti
Êzîdayetî ji hindistanê heta bi Roma yê wekî Mîtra, mîtraîzmê hatiye û berbelav bûye. Ji bo pêzanînên girîngtir hûn dikarin pirtûka Tosinê Reşîd ya bi navê; ‘OLEKE NATIYE NASKIRIN: ÊZÎDAYETÎ’ê bixwînin.
Gotarek wî jî heye û hin xebatên wî jî. Lê mixabin îro ne li ber destê me ne. Bi hêviya bêne belavkirin rojekê. Mîtraîzm ji hindistanê heta bi Ewropayê oleke pirr rîtuel û xwezayî ye, lê nebûye Oleke hêzê, yan desthelat perest û lewma jî bi hatina ola Mesîhî re Roma ev ol pejirandine û ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn e.
Êzîdiyan Xwedayê xwe û xwe ne bi mirovan naskiriye. Bi rojê û Kinyatê mala Xwedê dibînin. Lewma ew ne Ola pêxembera ye. Ne jî Mala ji Xwedê re çê dikin. Malê Ola hene, lê mala Xwedê ev dinya û ezman e.
Hatina dikar bi xêr Şîxadî ya Lalişê û hewldanên wî yê li gorî wê demê ku bibe xwedî pergaleke civakî, ne tenê Xwedê û xwezayî. Ciyê rêzê ne. Em dizanin ku Îslam ne weke Ol weke hêz û dewlet hatiye wê herêmê. Îslîm tislêm. Ango yê teslîmî dewleta Îslamê nebûne, hatine tunekirin yan baz dane. Êzîdî jî teslîmî dewleta Îslamê bûbûn. Lê Êzîdiyan ruhê xwe teslîmî Îslamê nekirine. Hatina Şêxadî bi xwe re qanûn û rêveberina Êzîdiyan bi xwe re aniye. Heta niha jî ew qanûn di nava Êzîdiyan de serdest in. Û Êzîdî xwe li gorî wan qanûnan birêve dibin. Li gorî nêrîna ilimdar û nivîskar Pîr Xelat, kulta Melekan beriya çend sedsal ketiye Êzîdatiyê. Çenku Ola desthelat, ola bê Pirtûk, Ola bê Pêxember, yan bê Melek nedipejiran. Êzîdî neçar mane kulta Melekan bipejirînin. Tawis ango Xwedê. Baweriya Êzîdiyan ne Teyr Tawis e. Ji bilî nav û pirr rengiya Teyr Tawis û Teyrê Enqer.
SIBEROJA ÊZÎDIYAN
Pirseke gelekî girîng e. Tevî ku di qewlekî Êzîdiyan tê gotin;
Lê meriv û miletê ne bi xwe re, ne bi Xwedê re ye jî. Dem heye, ruhê demê jî heye, ruhê demê diguherîne jî heye. Dem nayê guhertin, em tên guhertin, dem weke aşekî ye, her dizivire. Lê dem serdesta jî û bindesta jî dikuje, yê ne li pêşiya demê û bi demê re tune dike. Lê desthilatdarî û serweriya ne bi demê û li pêş demê, mirovên li pêş xwe û pêşbiniyan jî tune dike.
Êzîdiyan heta niha bi rêbaz û hêmanên xwezayî û berrî xwe parastin e. Ola Êzî nebûye Ola dewletê, dewleta wan bi yasa û hêzê parastiye tune. Nebûye jî. Ola Êzî û Êzîdî bi navên herî kirêt û çêra tewanbar kirine û heta niha jî ev heye. Êzîdî bi cih, pîrebok û îblîs re kirine yek.
Kuştina wan xêr, namûsa wan ji xwe xenîmet dîtine.
Lewma jî ne 74 û 72 bi hezaran fermanan re rû bi rû mane. Bi raya min 72 ferman tê wateya mayînde bûna fermanan.
Êzîdî bi her cûre fermanên sîstematîk re rû bi rû bûne. Yên dîrokî, çandî, derûnî û mobîngê re mane. Heta niha jî fermanên çandî, û yên ruhê, yên koçber kirinê. Terkeserkirina dinya yê didom e.
Êzîdîyên Sovyetê digotin; me du bav di erdekî de gor û kefen nekirine. Ew tê tim li ser wan ferman bûye û reviya ne.
Êzîdî tim neçar bûne ji axa xwe û warên xwe birevin.
Her kesê Êzîdî çîrokek wî/ê ya revê heye. Yan min jî, pêşiyên me ji aliyê Serhedê hatine Welatê Xalta, ji welatê Xalta hatine deşta Sirûcê, ji deşta Sirûcê hatine Wêranşarê. Ez jî niha li Almanyayê me. Zarokên min jî li Almanya lê neviyên min ez nizanim wê li ku bin. Yan wê çawa xwe bibînin.
Êzîdiyên Bakur/Tirkiyê hema bibêje nemane. Derdorê çend hezaran mane. Ew jî ne xwedî siberojeke ronî û misoger in. Heta vêga Êzîdî diçin Leşkeriya wî welatî, bacê didin, lê ew bac nakeve Xizmeta ola Êzî û fermiyeta vê ola qedîm nîne. Bi qewlên pêsîrê êdî ev yek pêk nayê, yan nayê parastin û bi pêş ve naçe.. Berî zarokan dixwestin li biniya şekala be jî rûnên û guhdariya civatê bikin. Lê niha gelek ji wan zimanê Dapîr û Bapîrê xwe nizanin.
Yê Rojava/ Sûriyê herî zêde li Efrînê mabûn, ew ji bo bihara erebî-daîş ê re belav bûn. Heta niha jî siberoja yên mayî û ciyên Êzîdiyan ne zelal e. Tevî Bişar Esed çû, lê yekî ku tiliya wî di kuştin û jenosîda Êzîdiyan de heye hatiye. Êzîdî di bin gefeke, sîstematîk, ya derûnî, çandî, siyasî û aborî de ne.
Li Iraqê û Kurdistana başûr jî Êzîdî berê û niha jî weke çivîka dest bikevin Hêlîna wan. Cîh û warên wan li ber çavê wan reş bûye. Dewleta Iraq'ê dixwaze wan ji Kurda, û Kurd ne xwediyê siyaseteke niştimanî, çandî, dîrokî ne, yên siyasî û partîzanî ne.
Çi projeyek ji bo parastin û pêşketina Êzîdiyan tune ye. Hemû cî û bajarên ketin destê DAIŞê û wêran bûn, ava û şên bûne. Tenê Şingal hê jî wêrane. Projeyek aborî, çandî, ewlehî û bazirganiyê tune ye. Mirovên nikaribin zikê zarokên xwe têr bikin, pê re rûmet û kerameta xwe jî têk didin. Çareser nekirin dikuje, û nefretê zêde dike.
Êzîdiyên Sovyeta berê, di serdema Sovyetê de çand, ol, ziman û wêjeya xwe parasti bûn, ne tenê ya xwe, bi xwe re ruhê miletekî bindest parastin. Alfabeya xwe ya hemû dengên kurmancî tê de heye, beriya nemir Celadet Bedirxan nivîsandine. Radyo ya Êrîvanê, yan Rewanê, fîlmê yekem, romana yekemîn, rojnameya Rêya teze. Û gelek hunerên ciwan afirandin û pêşkêşî me kirine. Di nava hemû beşên hunerên ciwan de keda Êzîdiyan û mohra wan li ser heye. Çima ez vêya dibêjim? Ev yek nîşan dide ger dewlet û yasa wan biparêzin, dikarin bibin ruhê demê. Bi hilweşandina Sovyetê re, dewlet bûne yên netewa, yê ne ji wê netewê bin, ji fon û dezgehên dewletê bêpar û pişk dimînin.
Niha li seranserê Rûsya û Ewropayê belav bûne. Beşek ji wan bûne Yehova yî. Ola xwe guhertin e. Yê mane jî, bi Kurd bûn, yan ne Kurd bûnê re mijûl in. Yan rikberiya hev dikin. Ev parçeyên herî biçûk, di nava xwe dîsa parçe dike. Ola xwe jî weke ola Şerfedîn dibînin. Şerfedîn yek jî malbata Şêxadî dikar bi xêr e. Lê nabe navê Olê. Lê di vir de belkî hineke din qebûl nekin jî, ola Êzî ola Şerefê ye û maka hemû Ol û stêrnasiyê ye.
Li Almanya em êdî nifşên sêyemîn in. Yan çaremîn. Lê êdî di gelek malan de Dapîr û Bapîr nikarin bi zimanê xwe bi nevî û nevîçirkên xwe re biaxivin. Almanya welatê xwendin û perwerdeyê ye. Bashe bi sedan kesên Êzîdî ev derfet ji bo xwe bikar anîne û gihishtine pîleyên bilind. Lê li Almanya em nikarin sûdê ji pergal û mînakên Almanan sûdê werbigirin. Nabe jî. Tirkek bi zimanê xwe bi Tirkiya stenbolî li vî welatî diaxive. Erebek yan misilmanek bi erebî dua û Qur'anê dixwîne. Çima yê me na? Ji ber ku pê û baskên wan û yê welatên wan jî kurisandî û rûçikandî ne. Başe beşek berbiçav ciwanên Êzidî xwendine û gihiştine asteke bilind jî. Lê piyên wan yê Olî, çandî û dîrokî qelse. Ew jî tê wê wateyê, wê ev pêşketin ji bo siberoja Êzîdiya û Êzîdayetiyê ne mefa be û pêşiya helandinê negire. Ger meriv di xwe de, li dinyayê û Xwedê, li dinya û Xwedê de li xwe negere.
Ferman û jenosîd bi gelek babetên: bi xwe pûç kirinê didome. Tevî Êzîdî di nav axa Iraqê de ola duyemîn jî. Lê ji mafê xwe yên rewa bêpar in. Miletê dewlet û yasa wan neparêze, ne parastî ne. Bi hezaran leşker û çekdarên wan jî hebin.
Dewleta ku ol û zimanên di nav xwe neparêze ew dewleteke gunehkar e. Ola nebe ola xwendinê, ya zanîn û marîfeta civakî ew ol weke darê pela diweşîne. Roj bi roj civak reng û kirasê xwe diguhere. Kêm û lawaz, bêwate û bersiv dibe.
Êzîdî yan wê xwe ji nû ve bi rêk û pêk bikin, yan jî ev Ola qedîm piştî 4-5 generasyon namîne. Ger dewletek, yan ji aliyê Yekîtiya Netewan bi cûdayiyeke erênî, ya parastinê û pêşketinê nebe, dê ev qalibên heyî yên xwe parastinê, yên exlaq û felsefeya qedîm dê nemînin.
Felsefenas û civaknasê navdar Ali Gurdilî dibêje;
“- Dînê êzdayetîyê bi xweşbînî, qencîxwazî, mirovhezî û bi sirûştîya xwe, ne tenê dînekî humanîst, lêbelê dînekî kozmopolît e jî ku xêra tevahîya mirovan û cîhanê dixwaze. Ev yek, ramaneke philosophic e ku berîya mîladê li yewnan kevnara jî hatiye jî hatiye dîtin. ‘Dinya mala me (xanî) teva ye û ezmanê jorîn jî, banê xanîyê me.’ Ev ramana philosophic (felsefî) bi xwe jî, di êzdayetîyê de heye û dihê parastin.
- Ji bo me cihê şanazî û serbilindîyê ye ku dînekî me î qedîm, dinekî me î wekî êzdayetîyê heye û ev dîn, dê bibe yek ji wan dînên siberojê ku dê mirovên siberojê her bi qencî û başî, behsa wê bikin. Di êzdayetîyê de tehde û zordestî tune, misyonerî tune, rêz li hemû dînên heyî dihê girtin û loma jî, dê bi wan wesfên xwe her bimîne û bijî. Dînên ku tehde û zordestîyê li bawermendên cuda dikin, wan dikujin û dest datinîn ser mal û milkên wan, em nikarin bibin dinekî siberojê. Wekî hemû dezgeyên civakî, dîn jî diguhere û dibe ku dînê siberojê, dînekî pir cuda û hevbeş be jî, ku ji dînên cuda ên qencîxwaz gelek wesfên çê hilgirtibe nava xwe.”
Ev yek jî vê pirsê bi xwe re dihîne. Hebûn û parastina Êzîdayetiyê di berjewendiyê kê û çi de ye? Yê xwedî lê derkevin û bi parêzin ev kesên bi vî zimanî diaxivin e. Êzîdatiyê ne giyan û kozmogoniya vê civakê parastiye. Lê ev civak wê karibe vê Olê biparêze?
Hûnê bêjin, çima ew çiqas sal ma, niha namîne? Em ketine serdemeke din. Dinya biçûk û teng bûye. Dunyake Global.
Tiştê îro ji îro re dimîne. Ger ne ji bo sibê be.
1 ji bo agahiyên bêhtir hûn dikarin li vê lînka bi Almanî bigerin. https://de.wikipedia.org/wiki/Mithras
2-https://www.gazeteduvar.com.tr/martin-luther-sex-adi-u-goga-mejiye-mirov-haber-1593318
3-https://www.gazeteduvar.com.tr/di-ezidayetiye-de-seqoliya-sesim-xwedan-u-ezi-haber-1605753
4-https://www.gazeteduvar.com.tr/perestgeha-lalise-u-pexwasi-cima-ezidi-dive-pexwas-bikevin-nava-lalisa-nurani-haber-1598637
* Metna Semînera Newaf Mîro a li Adar Schule a Berlînê.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0