Divê neyê jibîrkirin, ku Xaltanî nexasim di van dused salên derbasbûyî de rastî êrîş, komkujî, ferman û malxirabûnên pirr mezin hatin. Di van dused salan de zêdetirîn sêsed, çarsed wargeh, jîyangeh û gundên wan hatin dagirkirin. ...
Divê neyê jibîrkirin, ku Xaltanî nexasim di van dused salên derbasbûyî de rastî êrîş, komkujî, ferman û malxirabûnên pirr mezin hatin. Di van dused salan de zêdetirîn sêsed, çarsed wargeh, jîyangeh û gundên wan hatin dagirkirin. ...
Êzdîyên Xaltan û Zordarî
Divê neyê jibîrkirin, ku Xaltanî nexasim di van dused salên derbasbûyî de rastî êrîş, komkujî, ferman û malxirabûnên pirr mezin hatin. Di van dused salan de zêdetirîn sêsed, çarsed wargeh, jîyangeh û gundên wan hatin dagirkirin. Mal û milk û heyî û tuneyîyên wan ji wan hatin sitandin. Carna bi darê zorê, carna jî bi dek, dolab, fen û fûtan. Xaltî ji jîyangehên xwe hatin derxistin û dûrkirin. Zordar û mirdaran li şûn û wargehên wan konê xwe vedan,konê xwe danîn. Û roja îro jî ew zordar û xwedîyên wan konan li jîyangehên Xaltîyan li pey fen û fût û dek û dolaban e.
Hewceyî gotinêye, ku dîrok, çand û zimanê Xaltîyan bi qasî sê hezar sal in di kewara dilê Xaltanîyê de, di nava kezeb û gurçikên Xaltanîyan de, bi xwîn, ked û xwêdan, hatibû xwedîkirin. Ferman, talan, kuştin, komkujî, koçberbûn, malxirabûn jî, berdêl û qelenê wê bûn. Lê îro ew xizne û mîrateya dîrokî û çandî, ya bêhempa bi MIRINÊ û TUNEBÛNÊ re rû bi rû ye. Mixabin ev ziman, çand û dîroka pak û paqij, ku neynik û bingeha herrî girîng a wê erdnîgarîyê bû. Îro jî li wê xakê ew dibe qurbanîya dîtin û helwestên VIKÛVALE..
Van nebaşî û neqencîyên xwe nexine sitûyên hinekî din; Sersebeb û zordar do jî hûn bûn û îro jî hûn in!
Gelo ev zilm û zordarîya li ser Xaltanîyê, li welatê Xaltan ê kengê bi dawî bibe?
Gelo hûn zordar, mirdar û dagirkerên welatê Xaltan, hûn ê kengê destên xwe yên gemarr ji situkurran Xaltîyan derxînin?
Gelo hûn ê kengê li xwe mikur werin û lêborînên xwe yên ‘bêdawî û hetabiheta’ ji wê civaka heyf û qedirbilind bixwazin?
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0