Ne 40 mîlyon kurd lê belkî agir û xebata modern ya 1000 ciwanî dikare hebûna nasnameya kurd biparêze û bi kêfxweşî deyne ser pêlekanên dinyaya global! Ji hêlekî ve asîmîlasyon û barbariya dagirkeran ...
Ne 40 mîlyon kurd lê belkî agir û xebata modern ya 1000 ciwanî dikare hebûna nasnameya kurd biparêze û bi kêfxweşî deyne ser pêlekanên dinyaya global! Ji hêlekî ve asîmîlasyon û barbariya dagirkeran ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Di deryaya global û di bin nîrê dagirkeran de ji bo ku gelek, civakek nehele û nemire, divê rewşenbîr, hunermend û rêveberên wî gelî bi metodên bikêrhatî, pragmatîk, popûler û çalak ve nasnameya ziman û çanda xwe deynin ser sehneya dinyayê. Bi kurt û kurmancî: Berhem, çalakî û afirîneriyên bo ziman û çanda kurdî, divê li ser meydanên Amed, Hewler, Berlîn û Parîs û hwd. bibin “nav û marka”yên xurt daku civaka kurd û dinyaya modern lê vegere û goh bide vê qêrîn û hewlohawara nasnameya kurd.
Meriv tenê dikare bi riya „komeke govendê“, bi xêra „komeke mûzîkê“ li seranserî dinyayê nasnameya kurd bide nasîn, lê mixabin hê jî ew „kom“ ji hewşa kurdan nigihîştiye ser sehneya dinyayê. Rewşenbîrîya dinyayê ji tecrûbeya xwe ya dinyayê baş dizane ku mirina ziman û çandekê, dibe mirina hemû mirovahiyê/dinyayê. Lê em dildarên rewşenbîriya kurd, em ê bi kîjan metodên bikêrhatî ve, hem manûpilasyon û terorîzekirina dagirkeran têk bibin û hem jî bi hin sembolên xurt ve çavê dinyayê bidin ser nasname û mafên kurdan. Bi ziman û rihekî mexdûr ve, bi vegotin û retorîka şerê sar ve, bi dua û nifirên nekêrhatî ve, em ê tenê bikaribin enerjiya siyaset û rewşenbîriya xwe belawela bikin.
Carina axaftina kurdî ya 40 mîlyonî jî belkî nikaribe pêşî li asîmîlasyona kurdî bigire, lê pirtûkeke xurt, danseke modern, straneke popûler, gotin û çalakiyeke siyasetmedarî, rêzefîlmeke hêja, sîstemeke APPekê dikare bendeke mezin deyne ber diranê tûj yê dagirkeran û dikare qêrîn û hebûna nasnameya kurdî li meydanên modern yê dinyayê jî bide hesandin!
Bo nimûne: Hema bêje di destê hemû ciwanên kurd de telefonên modern hene; heke em bikaribin tenê gotin û felsefeyeke kurdî jî di çavikên wan telefonan de bidin nîşan, em ê hingê bikaribin nasname û hebûna kurdan jî bo nifşên nû bidin avdan. Divê rewşenbîr û siyasetmedarên kurd dev ji rihê muhafazakar berdin û wekî tevr û bêrê dinyaya dîjîtal ji bo danasîn û pêşdebirina nasnameya kurd bikarbînin; ne slogan û çalakiyên berhewa, lê kakil û xurtbûna berheman, markebûn û popûlerbûna gotinên kurdî dikare ciwanên kurd motîve bike bo ku vegerin ser hebûna xwe.
Ne 40 mîlyon kurd lê belkî agir û xebata modern ya 1000 ciwanî dikare hebûna nasnameya kurd biparêze û bi kêfxweşî deyne ser pêlekanên dinyaya global! Ji hêlekî ve asîmîlasyon û barbariya dagirkeran; ji hêla din ve jî dinyaya global ya bê ser û ber; heke em çerxên dinyaya global bi delalî ji bo parastin û pêşdebirina hebûna xwe bikarneynin, em ê hem ji hêla dagirkeran ve û hem jî ji hêla dinyaya global ve bêne daqurtandin û dabelandin!!!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0