Li hember zimanê xwe, xwekêmdiyîn di malbatên bindest de bûye nexweşiyeke patalojîk, loma dilbijokiya zimanê serdestên xwe dikin. Îcar ma ev ne trajediyek e mezin e zarokên ku bi zimanê desthilatdarê xwe nizanibe ...
Li hember zimanê xwe, xwekêmdiyîn di malbatên bindest de bûye nexweşiyeke patalojîk, loma dilbijokiya zimanê serdestên xwe dikin. Îcar ma ev ne trajediyek e mezin e zarokên ku bi zimanê desthilatdarê xwe nizanibe ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Perwerdehîya Zimên Hewce ye. Ziman, bingeha makewelatê mirov e. Kurd bo ku xwe binasin, divê bi lez û bez, tifaqa xwe ava bikin, divê perwerdehiya zimên ya zarokan bê li darxistin. Bingeha her tiştî di zarokatiyê de veşartiye, bi lez û bez gerek zarokên me bi zimanê xwe mezin bibin, heke bi zimanê xwe mezin nebin, bi hişmendiya zimanê xwe mezin nebin, bîrbirbûna zimên û hişmendiya zimên dê ji dest ve biçe, ne yekbûn, ne xwebûn, ne ziman û ne jî tifaqî dê li holê bimîne, ziman nasname û xwebûna mirov diteyisîne, ziman hebûn û heyîn û tunebûna mirov û milekî berbiçav dike, loma ziman her tişt e.
Heke tu li welatê xwe, tu ji ber zimanê xwe û di nav gelê xwe de tu bi axavtina zimanê xwe bibe yekî dîtir an jî tu xwe yekî/e weke yê din hîs bike, ev bixwe trajediyeke herî mezin e, serrastkirina trajediya vê derûniya têkçûyî û ya paradoksal pir û pir dijwar e. Ez mînakekê bidim: Çawa zarokek li welatê xwe û di nav gelê xwe de û bi zimanaxivtina xwe bibe yekî dîtirîn: Rojekê çend zarokên kurd bi hevdu re dileyzin lê belê yek ji nav wan ji ber kurdîaxiveriya xwe, xwe dîtir hîs dikir, çima ji ber ku zimanê desthilatdarê xwe nizanîbû tenê bi zimanê xwe dizanîbû lê hevalên wî him zimanê xwe dizanîbûn him jî zimanê desthilatdarê xwe dizanîbûn lê belê hevalên wî di axavtinê de zimanê desthilatdarên xwe hildibijartin û diaxivîn.
Di vir de sûcdar kî ye ne? Helbet yê sûcdar ne zarok in, dê û bav in, paşê jî pergal e. Çimkî perwerdehiya yekemîn û a bi asas di hundirê malbatê de dest pê dike û ava dibe. Hetaheta perwerdehiya yekemîn di zikê dê de, di malzarokê de dest pêdike. Talî bingeha kesayet û perwerdehiyê û her tiştên din giş di malbatê de ava dibe. Loma yên di vir de sûcdar berê malbat in û paşê jî pergal e. Heta em xwe safî nekin em nikarin bela xwe bi desthilatdaran bide, em nikarin pergalê sûcdar bikin. Divê em berê serê derziyê di xwe re rakin û paşê serê derziya xwe di desthilatdaran û pergalê ra kin. Helbet sedema bi zimanê serdestên xwe axavtin û hilbijartina zimanê wan ji ber derûniya bindestiyê û xwekêmdiyînê ye.
Li hember zimanê xwe, xwekêmdiyîn di malbatên bindest de bûye nexweşiyeke patalojîk, loma dilbijokiya zimanê serdestên xwe dikin. Îcar ma ev ne trajediyek e mezin e zarokên ku bi zimanê desthilatdarê xwe nizanibe, û ji ber axiveriya zimanê xwe xwe dîtir hîs bike? Halbûkî a rast divê zarokên bi hevdu re dileystin gerek bi zimanê xwe biaxiviya û bi zimanê xwe bileystan û divê yên bi zimanê desthilatdarên xwe diaxivî divê xwe dîtir hîs bikiran neku yê bi zimanê xwe diaxivî. Lê mixabin ne wiha ye. Ji vê trajediyê û paradoksê mezintir derûnî heye gelo? Loma dibêjim bûye rewşeke patalojîk û penceşêr û kangrên. Ji ber van sedeman û gelek sedemên din tifaqîbûn, xwebûn, hişmendî û li xwe vegereke baqilmendî lazim e ji me re. Ji bo xwebûn, hişmendîbûn, tifaqî, nasname, ziman û rêya xwebûneke azad û felatê divê xwendin û hişmendiyeke zanistî hebe loma jî, xwendin, xwendin û xwendin û hewww! (22.11.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0