Destanek û lehengê wê dikare bibe bingehek şoreşeke netewî, lê divê gere xuya bibe û xwe bigînîn zarok û ciwanan. Lehengek dikare berê me dîsa bide ser milkê bav û kalan. Xwedî derketina li xwebûnê, şexsiyeteke ji xwe bawer diafirîne. Jixwebawerbûn ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Ji bo civakeke evqas ji xwebûnê dûrketî, xebatên bi sazûmanî û rêkûpêk divê. Berî her tiştî, gere xwebaweriya civakê û endamên wê civakê, bi hebûna xwe hebe. Derûniya kesayetiya bindest rastiyê pişt perde dike û vîna xwebûnê dikuje. Loma jî gere proje û modelên ku baweriya me bi me bînin, her wext di neynika kurdiyatiyê de xuya bikin. Ger civak ji rastiya ku “em jî dikarin” bawer bike, wê xwevegerek nûwaze çêbibe. Ev ji wê bi destê kesên endamên wê civakê yên leheng û fedakar pêk bê. Di roja îroyîn de hewldana nivîskar, weşanger, hunermend û afîrenêrên civaka me hêja ne.
Kurd dixwazin vegerin ser milkê xwe, lê ji ber sazûmaneke nîne, van dilopana bi serhev da nacivin. Zarok û ciwan heye ku bikemile; ji xwe re li modelan digere, ev jî pirrî caran di sînorê “serkeftinê” de diçe û tê. Bi taybetî “nifşê Z”yê dane pey lehengên digital-virtual-xeyalî, çanda ku li derdora wan lehengan tê afirandin, ciwanan li gor xwe diguherîne. Her lehengek digital xwedî felsefeyek e, di danûstendina bi temaşevan, lîstîkvanan re fikra xwe empoze dike. Ev rê û rêbaza berbelavbuyîna kapîtalizmê ye, pê fikren xwe belav dike, rênîşandaniyê dike û tiştan difiroşe, ajoya mirovan kontrol dike. Divê em jî hewl bidin bi vê rêbazê, civata xwe ber bi xwebûna kurdayetiyê ve bibin.
Gava em di rêya vegerandina kurdayetiyê de şoreşeke di rêbaziyê çalakiyê xwe de pêk bînin we ev derî li şoreşa civakî jî vebe. Bi dewlemendkirina rê û rêbazan, sûd wergirtina ji pêşketinên dinyayê wê rol modelên kurd derxînin holê. Tiştê herî baş wê ev model ji civakê re xuya bikin, ev xuyabûn wê nifşên nû ber bi xwe ve bikişîne. Şexsiyetên giring, dîrokî û lehengên me ji civaka me ra xuya nakin, navê herî li pêş yê mîtolojiya me Kawa’yê Hesinkar e, ev nav hêj di googlê de, di wikipedaîa da wek lehengên farisan hatiye nivîsandin. Destanek û lehengê wê dikare bibe bingehek şoreşeke netewî, lê divê gere xuya bibe û xwe bigînîn zarok û ciwanan. Lehengek dikare berê me dîsa bide ser milkê bav û kalan. Xwedî derketina li xwebûnê, şexsiyeteke ji xwe bawer diafirîne. Jixwebawerbûn, maka serkeftinê ye. (28.12.2021)
Şîrove 0