Bi min wisa tê ku ev têgehên di pirsyarên de dûrî kurdan in; “xwenasîn”, “xwebûn”, “nirxên xwemalî”. Dibe ku kurd karibin wan bilêvbikin, lê ne wateya wan di hişmendiya kurdan de bi cîh bûye, ne jî bihîstina van têgehan tu livê di hestên kurdan de ...
Di civakên wek a kurdan de kesayetî ji ber sedemên diyar brîndar in. Ev tişt ji sosyalîzasyona wan tê. Û kesê jar, kesê brîndar nikare rexneyan hilîne. Ji bo ko kesek bikaribe rexneyan tehemul bike û ku ji wan fêr bibe divê kesatiyeke xurt be ...