Berîya xulekeke bîranînê, divê Êzdîyên dîl û hêsîrên binê kon û çadiran, ji wan der û deveran ew bêne rigarkirin. Berîya xulekeke bîranînê, pêwîst e rêya Êzdîyên, dîl û hêsîrên binê kon û çadiran, ji war û deverên wan re ...
Berîya xulekeke bîranînê, divê Êzdîyên dîl û hêsîrên binê kon û çadiran, ji wan der û deveran ew bêne rigarkirin. Berîya xulekeke bîranînê, pêwîst e rêya Êzdîyên, dîl û hêsîrên binê kon û çadiran, ji war û deverên wan re ...
Xulekek ji bo Bîranîna Êzîdiyên li Şengalê Hatine Kuştin û Revandin
Berîya xulekeke bîranînê,
divê Êzdîyên dîl û hêsîrên binê kon û çadiran,
ji wan der û deveran ew bêne rigarkirin.
Berîya xulekeke bîranînê,
pêwîst e rêya Êzdîyên,
dîl û hêsîrên binê kon û çadiran,
ji war û deverên wan re,
ji ŞENGALÊ re, bêye vekirin.
Extîyar, jin û Zarokên Êzdîyan,
li wan der û deveran,
ji BIRÇÎNA û ji NÊZA dimrin.
Bila rewşenbîr hay û bala xwe
ji rewşa wan reben û belengazan bînin.
Bila rewşenbîr pêşî alîkarîya wan bikin.
Bi sedan jin û zarokên Êzdîyan
di destên kujerên hov de;
hêsir in,
dîl in,
ewilî wan rizgar û azad bikin.
Kujerên Êzdîyan,
yên ŞENGALÊ,
yên KOÇO,
yên Til Hizêr û gelek deverên din,
îro hatine û bûne DESTHILATDARÊN dewleta Surîyê.
Di danûsitandin û dîplomasîyê de
bila alîyê Kurd rewşa Êzdîyan bixe babeta
bêh û bazara dîplomasî û danûsitandinên
bi wan HOVAN re.
Rewşa jin û û zarokên Êzdîyan,
yên li KAMPA HOLÊ û IDLÎBÊ
dîl û hêsîrên DAEŞ û HTŞ ne.
Di vê derbarê de divê
bi desthilatdarîya ŞAMÊ re vê REALÎTEYÊ gotûbêj bikin.
Ku îro Kurd vê yekê nekin,
di dîplomasîyê de rê ji alîyê KURD re venekin,
sibê ê pirr dereng bikeve.
Rewşenbîrno,
dîplomatno,
sîyasetmedarno,
rabin û dengê xwe bilindtir bikin,
van tiştan di platformên navneteweyî de bibêjin.
Leystikên bi dizî û veşartî,
ji birînên Kurdan re jî nabin derman.
Hişê xwe bidine serê xwe.
Ne hege hûn ê malê him li xwe,
û him jî li Êzdîyan xira bikin!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0