Qurretî û pozbilindî ne meseleyeke, ku bi temen, bi babeta şarezetî, zanebûn, an jî bi statûya mirov di nava civakê ve girêdayî ye. Di kîjan temenî de dibe bila bibe, an jî statû ya te di nava civakê de çi dibe bila bibe, helwest û sekneke bi vî ...
Qurretî û pozbilindî ne meseleyeke, ku bi temen, bi babeta şarezetî, zanebûn, an jî bi statûya mirov di nava civakê ve girêdayî ye. Di kîjan temenî de dibe bila bibe, an jî statû ya te di nava civakê de çi dibe bila bibe, helwest û sekneke bi vî ...
Bitirbûn ji Gayê Cot re jî Namîne
Ew gotina pêşîyan, ku ev bi sedên sala ye di nava civaka kurd de tê gotin, bi arroganz, qurretî, an jî pozbilindbûnê ve girêdayî ye. Ango, ku hûn li ser meseleyekê, ew mesele çi dibe bila bibe, bê şerm û bê eyb gelekî pesnê xwe bidin û ji jor ve li mirovan, kesan û derûdorên xwe mêze bikin û xwe ji wan çêtir û şarezetir bibînin; Roj ê were hûne bi ketineke wisa dijwar bikevin, ku hûn ê qet nikaribin rabine ser pîyê xwe û şipîya jî bimînin!
Qurretî û pozbilindî ne meseleyeke, ku bi temen, bi babeta şarezetî, zanebûn, an jî bi statûya mirov di nava civakê ve girêdayî ye. Di kîjan temenî de dibe bila bibe, an jî statû ya te di nava civakê de çi dibe bila bibe, helwest û sekneke bi vî awayî xelet e û şaş e. Pîşe, kar û xebat, cîh û statû ya civakî, reng, zayend, dewlemendî, an jî feqîrtî, girêdayîna ol, hizb, rêxistin, netewe, an jî nîjad, ti caran ‘heq û maf’ nade mirov, ku mirov bi qurretî, pozbilindî, an jî bi arroganz li mirov, kes û derûdorên, ku mirov de dijî mêze bikî û xwe ji wan çêtir û baştir bibînî. Hemû çand, bawerî, ol û fîlozofîyên hemdem, ji berê û paşê ve nebaşî û xeterbûna pozbilindîyê û qurretîyê gotine û îro jî tînine zimên.
Ji ber, ku di dîrokê de jî her tim ji bona vê pozbilindîyê kesên weke Babîlonîyan bajarê Babîl, Romayîyan Coloseum, li Misrê fîrewnan Pîramîd û li gelek cîh û warên cîhanê yên din gelek tişt avakiribûn. Di ajanda û rojeva hemûyan de tiştek hebû; Tiştê ew çê dikin ji tiştên kes û derûdorên din berîya wan çêkiribûn, çetir in, mezintir in û bihêbettir in. Di mejû û fîlozofîya çêkirina wan tiştên li wan der û deveran hatibûne çêkirin de, tenê tiştekî rast hebû; Ew jî ew bû, ku ew bi wan tiştên ewan bi darê zorê û çavsorî bi bi destên mirovan dabûne çêkirin û avakirin, ji bona nav û dengê xwe û ji ber qurretî û pozbilindî ya xwe dabûne çêkirin.
Wan fîrewn û milûkan, mirovên xwe ji bona nav û deng, qurretî û pozbilindî ya xwe yî berredayî civak û mirov tî û birçî û malxirabûyî dihîştin. Maf, heq û berjewendîyên mirovan, civak û neteweyên, ku ji birçîna û ji nêza dimirin û di nava xelayî û birçîbûnê de bûn, ji bona wan ne qet girîng bûn. Ji ber van helwest û seknên çewt û xelet, beşerîyetê bi hezaran sal û wextên zêrrîn hindakirin. Bi sedan şaristanîyet û medenîyetên hêja û qenc, ji ber çavbirçîbûna van zordaran ji holê rabûn. Ev tişt tev ji ber qurretî, pozbilindî û çavsorîyên wan kesên xwe ji mirov, kes û derûdorên din baştir û çêtir didîtin, çêbûn.
Rastîya di dawîyê de derkete ber çavên me hemûyan jî ev bû; Ku ew cîh û deverên wan pozbilindan û çavsoran bi darê zorê bi mirovan dabûne çêkirin, an li ber lehîyê, an bi erdhejekê û an jî bi awayekî din hilşîyan, xirabûn, çûn û ji holê rabûn. Ew cîh û warên wan jî ji wan kesên çavsor û pozbilind re bûne gorr û gorrîstan û bi wan re jî bi milyonan kes, derûdor, ol, netewe û şaristanîyet jî binax bûn û ji holê hatin rakirin.
Di van serdem û çaxên em dijîn de, dibe hiş û aqlê mirov li serê mirov be. Kes bi pozbilindî, qurretî û arroganz li derûdorên xwe mêze neke û xwe ji wan mezintir û çêtir nebîne. Jixwe rewşenbîr, zane û şareze pêwîst e ji ‘helwest û sekneke bi vî awayî’ gelekî dûr bin. Pirr şerm e û pirr eyb e, ku di qirna bîstûyekan de mirov rabe xwe li ser kes û derûdorên din qurre bike û xwe baştir û çêtir bibîne. Ji bîr nekin: “Bitirbûn ji gayê cot re jî namîne”!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0