Thomas Hobbes fîlozofê Îngilîz, bi taybetî bi berhema xwe ya bi navê "Leviathan" wekî yek ji damezrînerên felsefeya siyasî ya modern dihê naskirin. Hobbes di dema xwe ya kaotîk a siyasî de (Şerê Navxweyî yê Îngilîstanê) jiyaye û ev serpêhatî...
Thomas Hobbes fîlozofê Îngilîz, bi taybetî bi berhema xwe ya bi navê "Leviathan" wekî yek ji damezrînerên felsefeya siyasî ya modern dihê naskirin. Hobbes di dema xwe ya kaotîk a siyasî de (Şerê Navxweyî yê Îngilîstanê) jiyaye û ev serpêhatî...
Felsefeya Siyasî a Thomas Hobbes
Thomas Hobbes fîlozofê Îngilîz, bi taybetî bi berhema xwe ya bi navê "Leviathan" wekî yek ji damezrînerên felsefeya siyasî ya modern dihê naskirin. Hobbes di dema xwe ya kaotîk a siyasî de (Şerê Navxweyî yê Îngilîstanê) jiyaye û ev serpêhatî, ramanên wî yên li ser xwezaya mirov û desthilatdariya dewletê şekil daye. Felsefeya siyasî ya Hobbes li ser vê texmînê ava bûye ku xwezaya mirov rasyonel lê xweperest e, û ev xweza ji bo avakirina civakeke rêkûpêk pêwîstî bi desthilatdariyeke navendî ya xurt heye.
1. Xwezaya Mirovî û Rewşa Xwezayî
Bingeha felsefeya siyasî ya Hobbes, nêrîneke reşbîn a li ser xwezaya mirov e. Li gorî wî, mirov ji xwezayê xweperest in û bi hêza parastina berjewendiyên xwe tevdigerin. Di Leviathan’ê de, Hobbes ji bo têgihiştina xwezaya mirov têgeha “rewşa xwezayî" pêşkêş dike. Rewşa xwezayî, rewşeke xeyalî ye ku tê de tu desthilatdariya siyasî an rêkûpêkiya civakî tune ye û mirov bi temamî azad in. Lê belê ev azadî li gorî Hobbes, bi kaos û bêewlehiyê tijî ye. Di rewşa xwezayî de, mirov ji hêla aqil û şiyanên fizîkî ve wekhev in, lê ev wekhevî dibe sedema pêşbazî, bêbawerî û xwesteka navdarîyê. Hobbes ev rewş bi gotina xwe ya navdar wisa kurt dike: “Mirov ji bo mirov gurk e” . Di rewşa xwezayî de, her kes ji bo parastina jiyana xwe û berjewendiyên xwe di nav têkoşînê de ye. Ji ber vê yekê, rewşa xwezayî “şerê her kesî li dijî her kesî” ye. Li gorî Hobbes, di vê rewşê de ne exlaq û ne jî edalet heye, ji ber ku ev têgeh tenê di nav rêkûpêkiya civakî de wateyê digirin.
2. Peymana Civakî û Leviathan
Hobbes dibêje ku rewşa xwezayî kaotîk û xeternak e, û yekane riya xilasbûna ji vê rewşê ew e ku mirov dev ji hin azadiyên xwe berdin û peymaneke civakî bikin. Peymana civakî, peymanek e ku mirov tê de soz didin ku ji bo ewlehî û refaha xwe, xwe bi desthilatdariyeke (dewletê) ve girêbidin. Ev desthilatdarî, di berhema Hobbes a bi navê Leviathan de, wekî desthilatdariyeke mutleq tê sembolîzekirin. Leviathan, modela dewleta îdeal a Hobbes temsîl dike; desthilatdariyeke xurt, neparçekirî û mutleq. Ev desthilatdarî li hemberî devberdana mirov ji mafên xwe yên xwezayî (bi taybetî mafê parastina jiyana xwe), ewlehî ye...
3. Armanca Dewletê û Reşayiya Desthilatdariyê
Li gorî Hobbes, armanca bingehîn a dewletê ew e ku ewlehiya kesan misoger bike. Ewlehî, ne tenê parastina fizîkî, lê herwiha domandina rêkûpêkiya civakî, qanûn û refaha domdar jî di nav xwe de dihewîne. Hobbes diparêze ku reşayiya dewletê li ser razîbûna kesan û li ser peymana civakî ya ku ji vê razîbûnê derdikeve, ava bûye. Ji ber vê yekê, felsefeya Hobbes di wateya modern de yek ji pêşengên têgihîştina dewleteke sekuler e. Li şûna têgehên wekî ol, kevneşopî an mafê xwedayî, reşayiya dewletê li ser peymaneke rasyonel disekine.
Her çend Hobbes monarşiya mutleq wekî şêwaza rêveberiyê ya îdeal dîtibe jî, teoriya wî ji bo şêwazên rêveberiyê yên cuda jî dikare were sepandin. Tiştê girîng ew e ku desthilatdar xwedî otorîteyeke neparçekirî be. Hobbes bawer dikir ku di sîstemên wekî demokrasî an aristokrasiyê de parçekirina otorîteyê dikare bibe sedema pevçûnan. Ji ber vê yekê, rêveberiyeke navendî û bihêz yek ji kevirên bingehîn ên felsefeya wî ya siyasî ye.
4. Ol û Sîyaset
Di dema ku Hobbes tê de jiyaye, ol yek ji çavkaniyên girîng ên pevçûnên siyasî bû. Di Leviathan’ê de, Hobbes rexne li destwerdana olê di sîyasetê de dike û diparêze ku divê dêr di bin desthilatdariya dewletê de be. Li gorî wî, ol ji meseleyeke kesane zêdetir, divê wekî amûreke ji bo piştgirîkirina rêkûpêkiya civakî were bikaranîn. Nêzîkatiya sekuler a Hobbes, li hemberî têgihîştina sîyasetê ya bi bingeha teolojîk a wê demê, wekî helwesteke radîkal tê nirxandin.
5. Rexne û Bandora Felsefeya Hobbes
Felsefeya siyasî ya Hobbes, hem ji aliyê hemdemên wî ve hem jî ji aliyê ramanwerên paşerojê ve bûye mijara nîqaşên kûr. Rexne bi gelemperî li ser van xalan kom bûne: Nêrîna Reşbîn a li ser Xwezaya Mirov: Têgihîştina Hobbes ku xwezaya mirov xweperest û şerkar e, ji aliyê hin ramanweran ve wekî zêde reşbîn hatiye dîtin. Bo nimûne Jean-Jacques Rousseau, rewşa xwezayî ya Hobbes rexne kiriye û parastiye ku xwezaya mirov bêtir hevkar û civakî ye.
Desthilatdariya Mutleq:
Ramana Hobbes a desthilatdariya mutleq ji ber ku azadiyên kesane sînordar dike, ji aliyê ramanwerên lîberal ve hatiye rexnekirin. John Locke, berevajî Hobbes, teoriyeke peymana civakî pêşxistiye ku mafên kesan li hemberî dewletê diparêze.
Exlaq û Edalet:
Parastina Hobbes ku exlaq û edalet tenê bi desthilatdariya dewletê mimkun e, li dijî têgihîştina exlaqa gerdûnî derdikeve. Tevî van rexneyan, ramanên Hobbes bandoreke kûr li teoriya siyasî ya modern kiriye. Teoriya peymana civakî ji aliyê ramanwerên wekî Locke, Rousseau û Kant ve hatiye pêşxistin û bûye yek ji prensîbên bingehîn ên demokrasiya modern. Herwiha, têgihîştina Hobbes a dewleteke sekuler û bingeha rasyonel a desthilatdariyê, di avabûna teoriyên dewleta modern de roleke girîng leyistiye.
6. Mîrateya Hobbes ji bo Îro
Felsefeya siyasî ya Hobbes îro jî tê nîqaşkirin û di çarçoveyên cuda de tê şîrovekirin. Bo nimûne di teoriya têkiliyên navneteweyî de herikîna “realîzmê” ji nêrînên Hobbes ên li ser xwezaya mirov û şerkariyê bandor bûye. Tirsên Hobbes ji kaosê û lêgerîna ewlehiyê, hê jî ji bo têgihiştina polîtîkayên ewlehiyê yên dewletên modern çarçoveyeke derbasdar pêşkêş dike. Herwiha, hevsengiya di navbera desthilatdarî û azadiyê de, di nîqaşên siyasî yên îroyîn de jî bandora ramanên Hobbes nîşan dide.
Felsefeya siyasî ya Thomas Hobbes, li ser vê texmînê ava bûye ku xwezaya mirov xweperest û şerkar e, û ev yek pêwîstiya desthilatdariyeke navendî ya xurt derdixe holê. Teoriya peymana civakî ya ku di Leviathan’ê de hatiye pêşkêşkirin, diparêze ku divê mirov ji bo ewlehî û rêkûpêkiya civakî dev ji hin azadiyên xwe berdin. Ramana Hobbes a desthilatdariya mutleq, di şertên wê demê de wekî çareseriyeke radîkal derketiye holê û bûye yek ji kevirên bingehîn ên teoriya siyasî ya modern. Her çend têgihîştina wî ya reşbîn a xwezaya mirov û giraniya li ser desthilatdariya mutleq hatibe rexnekirin jî, ramanên Hobbes di têgihiştina têkiliyên di navbera dewlet, civak û kesan de hê jî bandoreke kûr dihêle.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0