Pêşketinên rojane ê di qada navnetewî de niha diqewimin, çarenûsa cîhanê û herêma me, a Rojhilata Navîn, dixe nava rewşa veguherînek radîkal. Ji bo ku mirov vê yekê bibîne, an jî pêşbînî bike, ne hewce ye ku mirov peyamber be. ...
Pêşketinên rojane ê di qada navnetewî de niha diqewimin, çarenûsa cîhanê û herêma me, a Rojhilata Navîn, dixe nava rewşa veguherînek radîkal. Ji bo ku mirov vê yekê bibîne, an jî pêşbînî bike, ne hewce ye ku mirov peyamber be. ...
Geşedanên Nû û Helwesta Kurdan
Pêşketinên rojane ê di qada navnetewî de niha diqewimin, çarenûsa cîhanê û herêma me, a Rojhilata Navîn, dixe nava rewşa veguherînek radîkal. Ji bo ku mirov vê yekê bibîne, an jî pêşbînî bike, ne hewce ye ku mirov peyamber be.
Aktorên navneteweyî û herêmî, hemû bi gelemperî di heman dîtinê de ne, ku divê hemû alîyên peywendîdar şêwaz û stratejîyên nû ji bo çareserkirina van rastiyên nû amade bikin û pêşve bibin.
Li hemû welat û herêmên ku Kurd lê dijîn, pêwîst e stratejî û helwestên nû werin pêşxistin, ji bo ku Kurd jî karîbin li gorî vê rewşa nû xwe birêkûpêk bikin. Girîng e ku Kurd bi rêya van şêwaz û stratejîyên xwe yên paşerojê bikaribin bersîva van guhertinan, him li seranserê cîhanê û him jî li herêmên ew lê dijîn, bidin.
Di pêşxistina van stratejiyên nû de, armanca sereke divê ew be, ku beşdarîya Kurdan di hemû platform û biryarên ku ji alozîyên siyasî yên heyî de, ê di asta navneteweyî de derdikevin sûd bistînin û mafên xwe yên legîtîm misoger bikin.
Stratejiyeke nezelal, ya ku vîzyoneke siyasî ya rastîyên Kurdan di navde tinebe, ê bibe sedema hindakirina hemû fersend û projeyên Kurdan. Ji ber vê yekê, pêwîst e Kurd di her santîmetreyeke herêma xwe, ya ew lê dijîn de, stratejîyên nû û bibandor pêşbixînin. Ji bo vê rewşa nû, divê projeyên wan ên paşerojê li ser vê bingehê werine avakirin.
Bê guman ev geşedan û alozîyên li seranserê dinyayê diqewimin ê encamên nû û mezin bi xwe re bînin, û ji bo Kurdan jî; Lêbelê, hê jî ne zelal e ka ev pêşketin ê çi bandoran bi taybetî li ser Kurdan bikin û ê ji civaka me re çi encaman çêbikin.
Em jî ji bo gelê xwe yê bindest û belengaz hêvîya rojên xweştir û baştir dikin!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0