Ez zahf spasdar im ku, kekê mamoste û nivîskarê hêja ev berhema xwe ji min re weke diyarî şand! Her wusa gelek spas ku, mamoste Îshan di naveroka pirtûka xwe de dibêje, ‘Em bi rêzdarî, bi dil û can serê xwe li ber berxwedana xwişk û birayên Êzdî ...
Ez zahf spasdar im ku, kekê mamoste û nivîskarê hêja ev berhema xwe ji min re weke diyarî şand! Her wusa gelek spas ku, mamoste Îshan di naveroka pirtûka xwe de dibêje, ‘Em bi rêzdarî, bi dil û can serê xwe li ber berxwedana xwişk û birayên Êzdî ...
‘Êzdiyatî- Ol, Çande û Taybetmendiyên wê’
Min ev pirtûka mamoste û nivîskarê hêja kekê Ihsan Baran, a bi navê ‘Êzdiyatî- ol, çande û taybetmendiyên wê’ ku, ji aliyê ‘werşanên nivîs’ê ve di sala 2023 de hatiye çapkirin xwand. Dest û hestên mamoste û nivîskarê hêja sax bin, ew hêja di destpêka pirtûkê de mînakeke gelekî dilêş didexwanê, çawa bav û kalên Êzdiyan ji ber baweriya wan ji aliyê Kurdên Misilmanî nezan ve hatine rûreşkirin, biçûkxistin û eziyet kirin. Ev pirtûka 99 rûpelin û gelek mijarên bawerî, sed û hedên Êzdiyatiyê bi kurtasî yek bi yek tê de hatine birêzkirin.
Mînak: Dîroka peydabûna XWEDÊ – EZDA, afirandina Tawisî Melek, Afirandina erd û ezman, afirandina Adem û Hawa, cûdetiya Yezîdî û Êzîdî, Di cihanê de hebûna Êzdiyan, pirtûkên Êzdiyan yên pîroz û hwd.
Ez zahf spasdar im ku, kekê mamoste û nivîskarê hêja ev berhema xwe ji min re weke diyarî şand! Her wusa gelek spas ku, mamoste Îshan di naveroka pirtûka xwe de dibêje, ‘Em bi rêzdarî, bi dil û can serê xwe li ber berxwedana xwişk û birayên Êzdî ditewînin! Em êdî dizanin ku, civaka Êzîdî di wextê hemû fermanan de, bi şert û mercên gelekî giran re rû bi rû maye. Êzîdî gelek caran ji bo şeref, axîn û baweriya xwe înkarbikin jiyana xwe ji dest dane. Şikir tevî ku civaka Êzîdî hewqas hatiye rûreşkirin, biçûkxistin, qirkirin û koçberkirin jî, ferzên wê yên olî hîn sax in.’
Malî ava keko, gelek rêz û silav!
https://www.facebook.com/KemTolan/posts/pfbid0nyP2zBYbYrkq83tWe2LuDCkh4Tz1U9xdiRG4ekyypzyNtzZhzbkfc8BD1554aUyKl
Kemal Tolan
Têbinî: Zahf xemgîn im ku , mamoste û nivîskarê hêja, tevî van zanînên xwe hê jî mîna gelek rewşenbîr û nivîskarên Kurd ‘sedemên ku timî alozî û nakokiyan di nava netewîperestiya Kurd de peyda kirine* 1’ tam nas nekiriye an jî fahm nekiriye ku, em Êzdî hê jî ji vê “xeber/peyva ku bi (Şe.......) destpêdike.* 2,3..’ acizin û naxwazin tu heval/dostekî me wê bilêv bike ku di gelek cîhan de bikaraniye.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0