Navê wê kesê ji aliyê hinekan ve hatiye danîn. Gotinên ku bi kar dihîne, pirî caran bi deyn e. Carinan jî hin tiştên ku dê û bavên wê nivco hiştine, ew bikar dihîne. Ji bo ku ew kes hinek caran ziman ji qalibê axaftinê derdixe, bi alavekî kujer...
Navê wê kesê ji aliyê hinekan ve hatiye danîn. Gotinên ku bi kar dihîne, pirî caran bi deyn e. Carinan jî hin tiştên ku dê û bavên wê nivco hiştine, ew bikar dihîne. Ji bo ku ew kes hinek caran ziman ji qalibê axaftinê derdixe, bi alavekî kujer...
Navê wê kesê ji aliyê hinekan ve hatiye danîn. Gotinên ku bi kar dihîne, pirî caran bi deyn e. Carinan jî hin tiştên ku dê û bavên wê nivco hiştine, ew bikar dihîne.
Ji bo ku ew kes hinek caran ziman ji qalibê axaftinê derdixe, bi alavekî kujer wekî sîlehê vediguhezîne...
Çi dema ku ew kes ziman ji bo xwe destnîşan dike, bi zimanê xwe ê hundirîn ku tu kes pê nahese, dibêje; "Na" wê çaxê, ji wê kesa ziman bikartîne xilas dibe, di dewsa wê de dibe avaker û xwedî ziman. Pirî caran bi xwe re tenêtiyê dihîne, di pergala vê dinyaya ku li gor mêran hatiye avakirinda ew hewla qebulkirin û fêmkirina xwe dide..
Ev hewl, carnan wekî helbestekê, carinan bi serhildanê û carinan jî bi axînekê ve xwe dide hîskirin, di neynika jiyana wê de...
Ew kes bi demê re, bi redkirina nasnameyên ji normên civakê ku li ser wê hatine ferzkirin û di vê oxirê de, bi destpêkirina rêwitiya xwe ya eslî...
Di vê rêyê de, ji bo were fêmkirin, di pirtukan de, di civakê de û di hin çîrokên hatinê jiyîn de, lix we geriya...
Dua kiriye, bêdeng maye...
Di her êş û şikestinan de, hinekî din xwe sipartiye bêdengiyê. Di her tenêtiyê de, hinekî din bi dengê xwe yê nepen hesiyaye...
Û rojekê di nava bêdengîya xwe a ku ne lê pirsek û ne jî bersivek mayî de, bi dengeke tazî, bi hebûna xwe re rûbirû maye û fêmkirî ye ku pênasa heri baş, a ku wê biresmîne ew bi xwe ye...
Bi vê re, fêm kiriye ku Xweda ne navnîşana gihîştinê ye, Xweda ew bi xwe hêza di hundirê wê de ye...
Û çi dema ew kes gihaşt resanîya xwe, pê re jî fêm kiriye ku Xweda ew bi xwe ye... û Xweda li her derî ye...
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0