Heke kurd nebin xwedî dewlet, dê di dahatûyê de bi encama jenosîda piralî û ji ber guherandina modernîzmê, di jiyana kurdewarîyê dê zor bijîn. Heta wê rojê, divê kurd li ziman û çanda xwe xweyî derkevin, ...
Heke kurd nebin xwedî dewlet, dê di dahatûyê de bi encama jenosîda piralî û ji ber guherandina modernîzmê, di jiyana kurdewarîyê dê zor bijîn. Heta wê rojê, divê kurd li ziman û çanda xwe xweyî derkevin, ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Neteweya kurd ji bo netewdewletbûnê mixabin dereng maye. Netewdevletbûn ji ber guherindina pergala nû ya cihanê bi taybet ya aborîyê di sedsala 19an de dest pê kiriye û heta dumahîka sedsala 20an jî berdewam kiriye. Di vê serdemê de gelek netewe ji împaratorîyan cuda bûne, xwe ji mêtingehkarîyê rizgar kirine, li ser axa xwe bûne xwedîdewlet. Bes wekî kurdan çend neteweyên din, nebûne serwerên welatê xwe. Serbarê ser bê statû mane. Her çu qasî kurdan ji bo dewletekê serbixwe cih bi cih, dem bi dem tevî diplomasîyê serî hildabin jî, mixabin têk çûne û negihiştîne armanca xwe.
Di nav qada navneteweyî de nebûne xwedî cih û statû. Vê gavê Kurdan belkî xeynî başûr wekî bîyaniyan di welatê xwe de dijîn. Herweha kurd bi jenosîdeke piralî, zerb û tund re rû bi rû dimînin, weha biçe, dê biminîn jî. Lewma jixweber mijar û bersiva vê pirsê bê dewletbûn û ji holêrakirina kurdan ve girêdayiye. Bi ya min em nikarin bi hêsan bersivên vê pirsê bidin, ango çareserîya vê kêşeyê raber bikin. Ji ber ku heke kurdistana sor jî tevlî bikin vê gavê welatê kurdan ji 5-6 perçeyan pêk tê. Li gorî zanînên hîn dîroknasan, ev perçeyê kurdistanê ye. Vê gavê, ji hêla Azerbaycan û Ermenistanê ve hatiye dagirkirin. Mijar û kêşeya sereke ev e ku kurd; çawa li welat, ziman, çand û dîroka xwe bi tevayî li hebûna xwe, xweyî derkevin û biparêzin da ku kurd bimînin? çi bikin ku dê li seranserê cîhanê li holê bimînin?
Heke kurd nebin xwedî dewlet, dê di dahatûyê de bi encama jenosîda piralî û ji ber guherandina modernîzmê, di jiyana kurdewarîyê dê zor bijîn. Heta wê rojê, divê kurd li ziman û çanda xwe xweyî derkevin, bi zimanê xwe biaxivin, binivîsinin. Li pey nexweşîna coronayê kurdan zêdetir medya civakî bi kar anîne û hêj jî bi kar tînin. Lewma hewceye li ser medya civakî nîvîs û nûçe, bi tevahî parvekirin bi zimanê kurdî bin. Divê nifşên nû, bi zarokên xwe re bi kurdî biaxivin. Divê weqf, komele, saziyên çandî, dirokî û zimanî, dev ji konformîzmê berdin, têkilîyan bi gelê xwe re deynin. Divê derîyên xwe ji gel re vekin. Zêdetir li bajarên mezin, divê karên zimanî, çandî û piştevanîyê bikin. Herweha guherandina helwest, jîyan, rewşa kurdan jî analîz bikin. Divê kurd piştgirîya hev bikin û vê piştgirîyê, xurt bikin. Divê ew piştgirî û piştevanîya bi saya partî û sazîyan bê dayîn, kurdan nêzî hev bikin û wan bi hev bidin nasîn. Belkî bi vî awayî, kurd ji kurdayetîyê dûr nekevin. (24.12.2021)
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0