Tu fîlmekê temaşe dikî… Lê roja ku ew film li we temaşe bike, tu bizanibe wê rojê gelek tişt êdî tên guherandinê. Matrîx ji bo min fîlmeke zanîstiya xeyalî nebû, ji bo min di aliyê zanebûnê da deriyekî din vekir û zanebûna min hate qonaxeke din. ...
Tu fîlmekê temaşe dikî… Lê roja ku ew film li we temaşe bike, tu bizanibe wê rojê gelek tişt êdî tên guherandinê. Matrîx ji bo min fîlmeke zanîstiya xeyalî nebû, ji bo min di aliyê zanebûnê da deriyekî din vekir û zanebûna min hate qonaxeke din. ...
Çima Matrîx?
Tu fîlmekê temaşe dikî… Lê roja ku ew film li we temaşe bike, tu bizanibe wê rojê gelek tişt êdî tên guherandinê. Matrîx ji bo min fîlmeke zanîstiya xeyalî nebû, ji bo min di aliyê zanebûnê da deriyekî din vekir û zanebûna min hate qonaxeke din. Ew ji şûşê nebû; ew eynîkekê ji hişekî şikestî hatibû çêkirin.
Di her şewqeke wê da, zimanekî hatibe birîn, nasnameyeke hatibe çewisandin, paşerojeke hatibe reşkirin xûya dibû. Min di vê eynikê da xwe wek Kurdekî didît. Min ferq kir ku heta wê rojê ew jiyana ku ez dijiyam bi destê desthilatdaran va hatibû sînordarkirinê, bi tesîra wan ve ez ketibûm xeweke kûr û dûr. Hûn alegoriya Platon a li şikeftê bînin bîra xwe. Mirov dema hatine dinê, di şikeftekê da hatine zincîrkirinê, ew tenê siyên xwe yên dîwaran dibînin. Û ew kesan hev dizanin ku ev siyên li dîwara rast in.
Hema bibêjim Matrîx beramberî vê alegoriya serdema dijîtal e. Em jî ew kesên di wê şikeftê de ne. Sî hatiye ser şûşeyên dijîtalê, yên televîzyonê, kitêbên desthilatdariyê û zimanê dewletê. Teva şûna heqîqetê girtiye.
Di destpêka Matrîxê de bi navê Neo, di şûşeya kombersê de hatiye kilîtkirî, ew rastiya em lê bawer dikin rêzekodeke ye. Wek me, di nûçeyên rojane da em derbarê xwe da qet tiştekî nabînin, em tiştan normal dihesibînin. Ew tarîtiya bêdengiyê, ew Matrîxa me, wek şúşeyek di çavê me de her hebû. Di pergala perwerdeyê, medya, dîroka fermî me wan şûşeyên jiyanê temaşe dikir. Di encamê de me her tiştê xwe bîra kir, taybetî zimanê xwe yê şirîn û kelepûra xwe ya qedîm.
Bêhna çîrokên şevên dirêj, nivîsên li ser dîroka kal û bavên me, me tev bîra kirin. Ew gotina ku Morpheus ji Neo ra gotiye tê aqilê min: "Matrîx li her derê ye. Di dema tu pacê de dinêhêrî tu yê bibînî, dema te televizyon temaşe kir tu yê hîs bikî... Ew ji bo ku tu heqîqetê dûr bikevî wekî perdeyek hatiye ber çavên te."
Perdeya me tune tê hesibandin, lê bi similasyona me heta ku ji destê me tê em hebûna xwe didin îzbatkirinê. Tunebûna zimanekî, wekî heba Matrîxê ya hêşîn e. Bêdeng, bê êş lê wendabûyîneke kûr û dûr e. Ji ber ku ziman tenê amûreke ragîhandinê nîne; bîreke, sazkirina dinyayekî ye. Bi zimanê dê ne tenê pê dipeyivî; heman demê tu pê digirî, pê dia dikî, tu pê berxwe didî. Bîrakirina ziman tenê ne peyv, gotin û hevok in, hebûn û tunebûna dîroka miletekî ye.
Ev kesê ku heba sor vedixe, dikeve di nava bîranîna. Ji ber ku ew bi careke din zimanê xwe va difikire, dixwîne, dijî. Her tim pirsên ez kî me, ji ku hatime, ez ê ku da herim û çima dengê min hatiye qût kirinê difikire û dide fikrandinê.
Matrîx tenê ji me dîtinê naxwaze, zêdetir ew dixwaze em têbigihên. Ne tenê bi çavan va, bi dil, bi hiş û bi dîrokê ve. Jiber ku pergal tenê bedenê zincîr nake, heman demê rih jî dorpêç dike. Azadî tenê demekê kin nîne, esas têgihîştineke berfireh e.
Şiyarbûna miletekî bi wêrektiya mirovekî va destpêdike, lê bi gav avêtina hişyarbûna gel va didome û gur dibe. Em bîra nekin ên ku bêbingeh mane tenê mirov nînin. Heke dengê miletekî bê birîn çiya jî kerr dibin, kevir jî reş dibin.
Gotineke Apê Mûsa heye ku tu carê ji bîra min dernakeve: “Miletekî bê ziman mehkûmê bêdengiyê ye, bêdengî qasî mirinê giran e.” Ez a niha dipirsim: Hûn hê li dû şûşeyên televizyon û kombersanê ne? An jî we heba sor daqurtand?
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0