Ger meriv xwe, nirxên xwe, çand, dîrok, ziman û zanînên xweyî nizanibe, çi zanî be jî kêm in, ango zanîn û têgeheke metirsîdar û seqet e. Çenku her mirov û civak ji xwe fêrî rastî û parastina xwe dibe. ...
Ger meriv xwe, nirxên xwe, çand, dîrok, ziman û zanînên xweyî nizanibe, çi zanî be jî kêm in, ango zanîn û têgeheke metirsîdar û seqet e. Çenku her mirov û civak ji xwe fêrî rastî û parastina xwe dibe. ...
Çawa derya û gol ji dilopan pêktên, zanîn û civakek jî ji dilop û xelekên jiyanê pêk tên. Xelek yan şaneya destpêkê ya jiyanê, ya dawî jî ya mirinê ye. Xelekên nikaribin bi xelekên nû re xwe vehûnin û tevneke nû çêkin di ciyê xwe de dimînin û mayîna di ciyê xwe de jî têkçûne. Çenku jiyan, zanîn û dem valahiyê napejirîne. Her tişt diherike, weke vê kêliya em tê de. Zanîn, laş û şaneyên xwe nû nekin, nikarin bibin xelekek nû ya siberojê.
Çawa laşê mirov ji gelek şaneyên pêktînin, wûsa jî gelek xelekên genetîk raborî û mîrasa têgihiştinê pêktê. Ger mirov bixwazê fêr bibe, ka pêşiyên meriv ji ku ne, yan DNA'yên meriv herî zêde nêzîkî niştecihên kîjan heremê ne, divê meriv xwînê bide laboratûarê dê xuya bike ka meriv ji kîjan herema dunyayê ye. Yan bi kîjan miletî re xizm e.
Helbet bi wê re dê xuya bibe, meriv xwediyê kîjan mîrasê ye jî. Çenku em bi xwe ji dê û bavê xwe, dê û bavê me jî ji pêşiyên xwe peyda bûne. Pê re jî xwedî mîraseke çandî, dîrokî, zimanî û olî ne. Her tim yek beriya yekî hebûye. Wûsa jî kêmînên jiyanê hev temam dikin. Çenku xweza û feza jî valahiyê napejirîne. Erdê meriv neçîne jî tê de hin giha û nebat şîn tên. Nebûn hebûna tiştekî din e. Ya heye yan jî tune. Berdestiyên îro encamên bûyerên do ne. Ango; di her xeleka hizrî û bîyolojîk de, xelek û hebûneke din heye. Tiştek di ciyê xwe de û weke xwe namîne.
*1Herakleîtos dibêje: her tişt diherike. Çawa ava çeman diherike Derya û wûsa jî çem ji gelek kanî û rûbarokan pêk tên. Her zanîn û têgeh, xwe li ser yên berî xwe ava dike. Heta zanînên nû xwe li ser ezmûn û encamên berê digihîne xalekeke nû. Ango tu tiştek bi tena serê xwe tune ye. Her hereketek, her bûyerek yeke din li pey xwe tîne. Heta raboriyên me ji aliyê erênî û neyînî jî bandorê li ser tevger û biryarên me dikin. Her tiştê em dijîn û dibînin jî dikevin jiyana me. Xelekên nû li xelekên me zêde dikin. Weke mînak, meriv ji aliyê diya xwe û bavê xwe tê jiyanê û wûsa jî dibe mirovek din. Gelek car, zarok neçare bi nîvî bigire, yan jî bikeve aliyekî bêyî ku karibe biryar bide. Bi çavê sêyem, kesayeteke sêyem xwe ava dike.
Xeleka sêyemîn yan çaremîn û xelekên ber bi hebûnê de yan yê ber bi tunebûnê de diçin. Xelekên nikaribin bi xelekên nû re qulp û rista çêkin xelekên astengdar in. Xelek û şaneyên bi rabirduya xwe re, nikaribin pêwendiyan çêkin xelekên mîrate ne. Hin jê bi şaneyên xwe re ne aşt û serwext in. Weke mînak gelek carî tiştek di nîvê mirov de dikele, yan çîrokek weke ya meriv be, tevî meriv nas nake. Carna tiştek bi meriv re diqewime, meriv dibê qey berê jiyaye. Ew ji ku tên? Yan meriv berê bihîstî be.
Wekî mînaka çîroka bavê û kur. Rojekê law tê cem bavê û dibêje: bavo hêka mirîşka me hatiye dizîn. Bav dibêje: kurê min bide dû ka çawa û kê diziye. Piştî demekê law tê û dibêje; bavo mirîşka me hatiye dizîn Bavo. Bav dibêje kurê min bide dû hêkê ka kê diziye. Piştî wê mîha wan tê dizîn. Bav dibêje; kurê min ka bide dû hêkê. Law dibêje bavo ez dibêjim Mîh hatiye dizîn, tu dibêjî bide dû hêkê. Bav dibêje; Lawê min ger te zanîba Hêk çawa û kê diziye, mirîşk û mîh jî nedihatin dizîn.
Ger meriv xwe, nirxên xwe, çand, dîrok, ziman û zanînên xweyî nizanibe, çi zanî be jî kêm in, ango zanîn û têgeheke metirsîdar û seqet e. Çenku her mirov û civak ji xwe fêrî rastî û parastina xwe dibe. Parastina zanîne, zanîn nebe parastin nîne. Parastin nebe, siberoja xelekan û hebûnê jî nîne.
1- https://de.m.wikipedia.org/wiki/Panta_rhei
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0