Parastina zimanê xwemalî, mirovan li ser nigan radihêle. Ji ber ku ziman wek kinca zirxê ye û rihê nijadî ye: Ziman, ayetek ji Ayetên Xwedayê dilovan e. Deman e li ser bawermendan ku ayetên Xwedê biparêzin. Ziman, diyarîyeke taybetî ...
Parastina zimanê xwemalî, mirovan li ser nigan radihêle. Ji ber ku ziman wek kinca zirxê ye û rihê nijadî ye: Ziman, ayetek ji Ayetên Xwedayê dilovan e. Deman e li ser bawermendan ku ayetên Xwedê biparêzin. Ziman, diyarîyeke taybetî ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Pêşî ez serkeftinê ji kovara Philosophiayê û rêvebirê wê hêja Elî Gurdilî re dixwazim, bi hêviya domandina kovarê û parastin û geşkirina Ziman û Çanda Kurdî her li jiyanê berdewam bibin. Ev pirsa ku bo min hatiye, bi rastî pir girîng e û hêja ye li serê lêkolînên berfireh bêtin kirin. Li vê jiyanê, di nava vê teknîka nûjen de neteweyek, miletek, civatek û kesek çewa dikare xwe biparêze, çewa dikare xwe bide jiyandin, çewa dikare dola xwe bide domandin, pir girîng e ku tewr û mercên parastin û jiyandinê bi awayekî zelal û vekirî zanibin. Yanêna, xeterên pir mezin li pêşiya her kesî rawestiyane.
Kesên ku dewleta wan heye, kêm-zêde dikarin xwe biparêzin. Lê neteweyekî mîna Kurd, du zextên pir mezin li ser wan têne domandin: Yek, zexta heşifandina dewletên serdest e. Dido, zexta teknîka nûjen e. Dema kesek mişext dibe, yan bobelateke pir mezin bi ser ve tê, ev du tişt jê re pêdivî ne: Nan û kinc. Ji bo Kurdan jî niha pêdiviyeke mezin ji bo parastina Zimanê Kurdî û bikaranîna Toreya Kurdî heye. Eger ev herdu neyên parastin, ez bi xwe felaketeke mezin li pêşiya Kurdan dibînim. Jixwe zarûkên Kurdan hertim û hergav li dibistanên dewletan têne heşifandin.
Herweha ev ”telefona biaqil” ku hatiye binavkirin jî, wek bombeyeke li ser seqandinê ye di destên her kesî de; hiş û mejî bi ciwanan ve nehiştiye. Eger rewşenbîrên Kurd, zana û bîrewerên wan, herweha dê û bavên zarûkan berpirsyariya xwe bi cih bînin, wê karibin xwe wek netewe û wek kes ji van herdu tofanan biparêzin. Di radeya yekemîn de, çewa ku li jorê hatiye gotin, parastina ziman û bicihanîna hawayên toreyî ye: Îro li dinyayê bi sedan nijadên cuda hene, lê wek reng, li jiyanê tenê çar birr mirov hene: Reşik, zerik, sorik û sipî.
Parastina zimanê xwemalî, mirovan li ser nigan radihêle. Ji ber ku ziman wek kinca zirxê ye û rihê nijadî ye: Ziman, ayetek ji Ayetên Xwedayê dilovan e. Deman e li ser bawermendan ku ayetên Xwedê biparêzin. Ziman, diyarîyeke taybetî ye ku Xwedayê mezin wek xelat daye neteweyan da ku ew xwe ji hevûdu cuda binasin. Ziman adana ajara neteweyan e. Ger ne ziman be, netewayetî jî çênabe. Ziman, wek kes domandina hebûna mirovî ye. Ger ne ji zimên be, meriv nikare û nizane xwe bide nasandin. Ziman, dema neyê bikaranîn, mirov hem mîna kes, hem jî wek nijad dibe goristaneke bêkêlik. Ziman mîrata bav û kalan e ku ji meriv re maye.
Divê meriv wê mîrateyê bi guran nede xwarin. Ziman ji bo hemû zindiyan nasname ye. Ger ne ji zimên be, meriv bê nasname ye. Ziman nişaya jiyana hemû rihberan e. Her kes û her rihber, bi zimanê xwe têne nasîn. Ziman, peyitandina hebûna nijadî ye. Ger ne zimanê nijadî be, meriv nizane ku meriv ji çi nijadê ye. Ziman rihê nijadî û netewî ye. Ger ziman zindî be, nijad jî û netewe jî zindî ne. Ziman rûmet û nirxê mêjûyî ye. Kesê ku zimanê xwe bi kar tîne, li her deverê rûmeta xwe ji xelkê dibîne. Ziman serbilindî û ciwanmerdiya heyînê ye. Kesê ku zimanê xwe diterikîne, li gelek cihan sernixwûn dibe. Xwedayê mezin, hemû mirovan ji dojeha bêzimaniyê biparêze.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0