Berî her tiştî, ez spasiya we dikim, xebata we ciyê rêz û hezkirina xwendevanên zimanê kurdî ye. Bê guman. Jiyan diyardeyeke berdewam e û mirov nevîçirkên heman diyardeyê di lêgeriyaneke (lêgerîn) berdewam de dijîn. ...
Berî her tiştî, ez spasiya we dikim, xebata we ciyê rêz û hezkirina xwendevanên zimanê kurdî ye. Bê guman. Jiyan diyardeyeke berdewam e û mirov nevîçirkên heman diyardeyê di lêgeriyaneke (lêgerîn) berdewam de dijîn. ...
Dosye: 'Di şertên îro da, kurd çawa dikanin xwe nas bikin, bi xwe bin û li hêjahîyên xwe ên aslî xwedî derbikevin?’
Berî her tiştî, ez spasiya we dikim, xebata we ciyê rêz û hezkirina xwendevanên zimanê kurdî ye. Bê guman. Jiyan diyardeyeke berdewam e û mirov nevîçirkên heman diyardeyê di lêgeriyaneke (lêgerîn) berdewam de dijîn. Ango ji destpêka pêvajoya dîroka mirovan, ademîzadan hewil dane ku xwe binasin û derdora xwe jî nas bikin, xwe ava û bihêz bikin û jiyanê li ser rûkê zemînê ava û hêzdar bikin. Piştî hin qunaxên sereke ku diviya bû, ku ew wan derbas bikin, mirov gihiştin ku ziman jî bikarbînin, gihiştin ku li ber dengan, tîpan bi’afırînin. Bi wateyeke din her mirovek bi zimanê xwe, di hişê xwe de dipûnije û hizir û ramanên xwe beriya ku bên nivîsîn yan vegotin li wir, di hiş de amade dike. Belê û ji bo mirovekî ji xwe bawer û xwedan karîzimayeke saxlem û tendurist, pêdivî bi hin gav û kiriyaran heye ku ew incama pirr ji lêkolînên zanistî ne û hewil didin ku mirov ji warê pêdagojî û sosiyolojî bigihînin wê qunaxa ku xwe baştir binase û xwe baştir ava bike û wiha ji bikaribe bi derdora xwe bawer û lihevhatî be û ji wan:
Rêzkirina ramanan û rêzkirina karên seretayî ku divêt pêk bên. Hinek dem û bi tenê, ev yek da ku mirov li xwe û li kiriyarên xwe vegere û careke din hiş û hizirên xwe zelal û serrast bike. Hin rengên werzeşê (sport) herwiha yoga û xwendina pirtûkan yan jî xebitandina hinek dem ji bo behriyan wekû guhdarîkirina mûzîkê, nîgar kirin, dirûtin û hwd. Pilankirina ji bo pêkanîna armancekê û pilankirina rojên bêhnvedanê (betlanê) wek mînak; alîkariya civakê û kesên li derdorê. Şer û xebat li dij nerînên teng û ramanên reşbîniyê û hwd. Zarokên ku ji nuh ji dayik bûyî bi hesta bîn û hilmê, dê û bavên xwe nas dikin. Ew hino, hino û dema ku mezintir dibin, destan dixebitînin û ku destê xwe carekê avêtin cihekî bi êş û şewat, êdî hew vê kiriyarê dubare dikin û êdî hewil didin ku bi hin dengan xwe derbibirin ta ku hînî gotinên ku pêdiviya wan pê heye dibin.
Ji bo me kurdan jî, hîn bîn û hilma xaka me ber bi xwe ve dibe, lê pêdiviya xakê bi zimên heye û wekî ku ji layê zanista derûnî ve hişkere û belî ye: mirovê ku bi zimanê dayikê nizanibe, ew dimîne mirovekî şikestî, ji xwe nebawer, bi gavên zîz birêve diçe, nikare derbasî civakê bibe û zû jî fêrî zimanê duyem û sêyem nabe. Heman kes dûrî çand û kelepûra netewa xwe dimîne û êdî dibe ku bigihêje pergala mirovekî xwe nenas. Li gor şert û mercên îro jî, mirovên kurd dê nikaribin xwe binasin, eger ew xwe bi zimanê xwe nas nekin, ma dê çawa mirovek xwedî li nirxên xwe ên xumalî vegere, ku ew hîn nizanibe di hiş û bîreweriya xwe de bi zimanekî bingehîn bihizire û têkiliyê bike. Mirovê kurd û îro divê derbasî dibistanan bibe, divê perwerdehiyê bi zimanê xwe werbigire, divê derbasî zankoyan bibe, divê baş bixwîne û divê haya wî ji dîrok û wêjeya milletê wî hebe.
Ev tev divê bi rêk û pêk, bi awayekî sîstematîk bêne kirin û li gor mercên hevçerx û jiyana modern, ku ji niha û pêve dê mirov û piştî cîhana Globalîzmê, bêhtir ber bi Dîgîtalîzmê ve biçin, dê cîhan wê bêhtir ji bo berjewendiyên xwe bixebitîne. Aya em ji vê yekê re û ta kîjan radeyê amade ne, belkî mebesta min nifşên me ên nûhatî ye?! Teqez û ji bo me kurdan dê hîn jî rewş tarî be. Bê welat bûn! Ziyaneke mezin û şikestineke bê hempa ye, ku heman şikestin, lerzeke nepenî di derûniya mirovan de peyda dike, lê ev nayê wê wateyê ku mirov êdî radest bibe û hew êdî hewil bide ku xwe binase û ji xwe, ji derfetên heyî bawer be. Belê rast e ku her mirovek ji derdora xwe distîne û werdigire, lê ya rasttir ku kesayetiya saxlem ji pirr hest û nestan, ji bîr û baweriyan, ji xwestek û pêdiviyan, ji komek ji raman û hizran û hwd. pêk tê û divê ku mirov bizanibe çawa wan hest, raman, bîr û baweriyan ji bo xwe û ji bo xêr û bêra giştî bixebitîne. Mirov bûnewerekî civakî ye û civaka bihêz û xwedan serwerî li ser milên mirovên xwenas, saxlem û azad radibe û wiha jî nirxên heyî diparêze.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Şîrove 0