Li hemû der û deverên dinyayê bi giranîyeke mezin qîmet û ehemîyetê didine xeber û gotinên pêşîyan. Xeber û gotinên pêşîyan mîna çira û fanos, rêya civakan ronahî dikin. Weke rûsipî û mamosteyek li ber şagirtên xwe rûnê û şîret û nesîheta li ...
Li hemû der û deverên dinyayê bi giranîyeke mezin qîmet û ehemîyetê didine xeber û gotinên pêşîyan. Xeber û gotinên pêşîyan mîna çira û fanos, rêya civakan ronahî dikin. Weke rûsipî û mamosteyek li ber şagirtên xwe rûnê û şîret û nesîheta li ...
Berî Xwedê ji Mirov Bistîne, Pêşî Hiş û Aqil Distîne
Li hemû der û deverên dinyayê bi giranîyeke mezin qîmet û ehemîyetê didine xeber û gotinên pêşîyan. Xeber û gotinên pêşîyan mîna çira û fanos, rêya civakan ronahî dikin. Weke rûsipî û mamosteyek li ber şagirtên xwe rûnê û şîret û nesîheta li wan bike, wisa xeber û gotinên pêşîyan ji bona civakê û hemû kes, alî, beş, ber û derûdorên civakan bibandor û girîng in. Girîngahîya xeber û gotinên pêşîyan ji bo civakên mîna ê me, ji ber çarenûsa wan ya reş û bêsihûd, hîn deh qatan, bîst qatan, zêdetir in.
Çima gelo peyv û gotinên pêşîyan di nava jîyana rojane, ya civakan de wisa rol û mîsyoneke hewqas girîng û sereke dileyîzin?
Xeber û gotinên pêşîyan berî her tiştî; dîrok, çand, çîrok, geşedan û serpêhatî, xem, derd, kul, kêf û xweşî, derman û kewandina birînan û hîn gelek tiştên din in, ku bi deh, sed û hezar salan di dîroka civakan de qewimîne ‘parzûnkirî’ têne ziman û lewma jî rol û mîsyoneke gelek girîng di jîyana rojane, ya civakan de dileyîzin. Ji ber van rastîyan bêguman di hemû babet û mijarên di nava kes, beş, ber, alî, pêkhate û derûdorên civakan de, rol û mîsyona van fenomenên ‘mîrateya pêşîyan’ a sereke û signîfîkant e. Li welatê me jî, di nava civakê de bi sedan, bi hezaran, ji van peyv û gotinên pêşîyan hene û ev xeber û gotin her xulek, her siet, her roj û her dem ji alîyên dayîk, bav, ap, metik, xaltîk, xal, pîrik, kalik, xwîşk, bira, xwarzî, birazî, keç û kur ve bi awayekî têne ziman.
Ev xeber û gotina sernivîsê pêşîyên me li welatê Xaltan gelek caran, ji bo gelek kes, beş, ber alî û derûdorên ‘dengê kesî nabine xwe’ re hatîye gotin. Min jî bi rastî gelek caran, di van platform û cîhên, ku ez têde dilakijim, dijîm û mijûlim, her tim anîye ziman, ku pirranîya kesên ‘bi çavekî mezin’ li xwe mêze dikin, ‘dengê kesî nabine xwe’ û xwe ‘rewşenbîr, zane û rêzan’ dibînin ji rastîya jîyana rojane, mixabin, sed mixabin î dûrketî ne û hay û bal a wan jî, ji wan û vê rastîyê nîne. Bi şêwazeke vekirî û zelal ez bibêjim; ‘Xwedê ji wan kesan sitandîye’ û ew jî bi vê rastîyê î ne serwext in.
Dîn û bal a xwe bidine wan, ku ti ji wan bipirsî; her yek ji wan xwe di neynikeke wisa mezin de dibînin, ku tu wan û rewşa ku ew têde dijîn nasnekî, tê bibêjî; ev ne xwedî yek û dido, sisê û çar dewlet in, tê bibêjî qey bîstûpênc dewletên wan hene û di dinyayê de, di sîyaseta nevnetewî de jî, di rêzeke sereke de rol dileyîzin. Ji wan werkirî çavê dinyayê tev li wan e.
Ev kes, beş, ber, alî, pêkhate û derûdorên wisa xwe ‘mezin’ dibînin nizanin û jibîr dikin, ku hemû xwelîserî, şikestin, biknketîbûn, bineserketin, têkçûn û paşdemayînên civaka me ji ber kiryar, pratîk û karên wan kesên wisa bêvîzyon difikirin çêbûne. Evan derûdoran timûdaîm bi perspektif û paradîgmayên ji rastîyê dûrketî, ne real û bêvîzyon, weke alternatifên hêvîyê, ev teorîyên bêbingeh danîne ber civakê û bi vî awayî jî bi dehsalane û hûn ji min bipirsin bi sedsalane, civak tevizandine, hêvîyên wê bêgîyan û bêjîyan kirine û bi vî awayî civak fetisî ye û di ber mirine de ye.
Bila xwîner min biborînin, le belê li herêma me Xaltan, pêşîyan me her tim digotin; “ji kerê ketine, lê dîsa jî ji hopehopa xwe nayêne xwarê.” Lê biçe ji wan hermet û camêran bipirse, wê vê helwesta xwe têxine sitûyê kes û derûdorên din. Ê bêjin; “berpirsyar û mesûl ne em in”. Her tim sersebebên van kar û xebatên nebaş, ne ew in. Tiştekî din hûn ê ji wan nebihîzin û tiştekî din jî ew ê nebêjin. Bi dehsalane vî benîştî di devê xwe de dicûn û dibin û tînin.
Di nava van kes, beş, ber, alî û derûdoran de tradîsyon û çand a rexneyê, an qet tine û an jî li cem wan ew şêwaz zûde mirîye. Hûn ne dikarin wan rexnê bikin û ne jî dikarin ji wan kesan rexneyan bibihîzin. Lê belê vê jî jibîr nekin; cîhê rexne lê tine be, ew der ceban û goristan in, ango cîhê mirîyan e. Kes û derûdorên mirî, ne dikarin rexnê bikin, ne jî dikarin rexneyan bibihîzin.
Lewma jî, min weke sernivîs nivîsand û got: “Berî Xwedê ji mirov bistîne, pêşî hiş û aqil ji mirov distîne”. Mixabin û sed mixabin Xwedê ji hinek mirovên me sitandîye. Ne hiş maye û ne jî aqil.Bi hêvîya, ku rojekê dîsa hiş û aqil li cem wan bizivirrine cîhên xwe!
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0