Albertus Magnus di navbera salên (1207-1280)an de jiya ye, bi eslê xwe alman e û piştî ku beşdarê rêçika ‘Domînîken’ dibe, li ser felsefeya Arîstotelesî radiweste. Nemaze li ser felsefeya fîlozofên wekî Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd, Farabî û Îbnî Tufeyl ...
Albertus Magnus di navbera salên (1207-1280)an de jiya ye, bi eslê xwe alman e û piştî ku beşdarê rêçika ‘Domînîken’ dibe, li ser felsefeya Arîstotelesî radiweste. Nemaze li ser felsefeya fîlozofên wekî Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd, Farabî û Îbnî Tufeyl ...
Albertus Magnus (1207-1280): Bawerî û Aqil
Albertus Magnus di navbera salên (1207-1280)an de jiya ye, bi eslê xwe alman e û piştî ku beşdarê rêçika ‘Domînîken’ dibe, li ser felsefeya Arîstotelesî radiweste. Nemaze li ser felsefeya fîlozofên wekî Îbnî Sîna, Îbnî Ruşd, Farabî û Îbnî Tufeyl sekinî ye û xwestiye ku ramanên wan yên li ser Arîstoteles fêr bibe. Piştre jî, ramanên fîlozofên navborî ji xwe re wek bingeheke bikar aniye û raveyên (şiroveyên) nû yên ku li baweriya xiristiyaniyê tên, hilberandi ye.
Di wan xebatên xwe de hewl daye ku pirsgirêkên felsefî bi riya aqil çareser bike û bi pirtûka pîroz re, nekeve tu pêvçûnan. Bi vê helwesta xwe re, bandûrê li şagirdê xwe Thomasê Aquînoyî kiriye û Thomasî, ji vê helwesta wî gelekî ketumet bûye.
Li Gor Felsefeya Albertus Magnusî: Du rastiyên ku bi hevdu re nakok in tune nin, ku meriv bibêje yek ji bo ol (bawerî, îman) û ya din jî, ji bo aqil derbasdar e. Ya ku bi rastî jî rast e, di nav lihevhatineke mezin de ye û bûye yek. Ji ber ku di gelek şaxên zanistê de xebitiye nasnavê ‘Doctor Universalis - Zanyarê Gerdûnî’ lê kirine.
Bi taybetî jî di warê kîmyayê de xebitiye û li ser nitrîk asîdê û li ser bandûra wê ya li ser berbesan (madenan) û li ser dawerana (rafîne) berbesa zêr, rawestiya ye. Ji bilî wan babetan, li ser astronomî û bîyolojiyê jî rawestiya ye. Xebatên wî yên li ser heywanan, girîng hatine dîtin û di van xebatên xwe de, bi awayekî rast û aşkere, berfirehbûna embriyoyê û pêvajoya pêşveçûna embriyoyê, destnîşan kiriye.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0