Erdem û etîk, di dema lêpirsîna wate û girîngiya jiyana mirovan de, du têgehên ku bi gelemperî dihên beramberkirin in. Erdem, wekî kamilbûna exlaqî û xisletên baş ên di karakterên mirovan de dihê pênasekirin. ...
Erdem û etîk, di dema lêpirsîna wate û girîngiya jiyana mirovan de, du têgehên ku bi gelemperî dihên beramberkirin in. Erdem, wekî kamilbûna exlaqî û xisletên baş ên di karakterên mirovan de dihê pênasekirin. ...
Erdem û Etîk
Erdem û etîk, di dema lêpirsîna wate û girîngiya jiyana mirovan de, du têgehên ku bi gelemperî dihên beramberkirin in. Erdem, wekî kamilbûna exlaqî û xisletên baş ên di karakterên mirovan de dihê pênasekirin. Etîk jî, dîsîplînek e ku bi awayekî sîstematîk lêkolînê dike bê ka ev erdem, çawa divê were sepandin.
Erdem û Etîk: Dergehek ji bo Wateya Jiyanê
Erdem û etîk, bersiva pirsê didin ka mirov divê çawa dikare hem li ser asta kesane hem jî li ser asta civakî, bijî. Erdem rêberek hundirîn e ku karakterê mirovî çêdike, Etîk jî çarçoveyekê pêşkêş dike ku rê li ber sepandina van erdemên di têkiliyên civakî, biryargirtin û kiryarên mirov de vedike. Wate û girîngiya jiyanê, bi van her du têgehan di têkiliya mirov bi xwe, bi mirovên din û bi gerdûnê re derdikeve holê. Ramanên Sokrates, Spinoza, Hegel, Farabî û Nietzsche hwd. ji bo têgihîştina van têgehan zêmînek dewlemend pêşkêş dikin.
Sokrates: Erdem Zanyarî ye
Ji bo Sokrates erdem, zanyarî ye. Li gorî wî, dema mirov bigihîje zanyariya rast ji kirina tiştê exlaqî, dûr nakeve. Sokrates dibêje, “Kes bi zanetî xerabiyê nake.” Erdem bi rêya naskirina giyanê mirov û lêgerîna heqîqetê, bi aqil tê bidestxistin. Etîk jî, wê zanyarîyê vediguherîne kiryarê, yanî rêberek e ji bo jiyana bi erdem. Etîka Sokrates, hewce dike ku mirov bi berdewamî bi pirsyariyê, nirx û bawerîyên xwe binirxîne. Mînak, dema kesek dipirse dadmendî çi ye, ne tenê li têgeheke razber lêkolînê dike, di heman demê de kiryarên xwe yên di jiyanê de jî, dinirxîne. Li gorî Sokrates, wateya jiyanê di vê pêvajoya lêpirsînê û hewldana gihîştina erdemê de, ye. Di cîhana modern de ev nêzîkatî tîne bîra meriv ku divê her kes pûsûleya xwe ya exlaqî ava bike û biryarên xwe, bi hişmendî bide.
Spinoza: Erdem, Lihevkirina bi Gerdûnê re ye.
Di felsefeya panteîst a Spinoza de, erdem lihevkirina mirov bi nîzama rasyonel a xwezayê ye. Li gorî nêrîna wî, divê mirov ji bin bandora hestên xwe (mînak, tirs, hêrs) rizgar bibe û di bin rêberiya aqil de bijî. Etîk, di vê çarçoveyê de, têgihîştina mirov ji xwezaya xwe û jiyana azad di yekîtiya Xwedê-Xweza de ye. Di berhema navdar a Spinoza (Etîka) de, jiyana bi erdem dihê wateya ku mirov hebûna xwe û cihê xwe, di gerdûnê de têdigihîje û digihîje aramiyê. Ji bo Spinoza, wateya jiyanê di yekîtîya mirov a bi vê lihevkirina gerdûnî re ye. Mînak, dema kesek li şûna zirarê bide hawîrdorê xwe, bi xweza û mirovên din re di ahengê de bijî, hem bextewariya xwe hem jî qenciya civakî zêde dike. Di cîhana modern de, ev nêzîkatî bi têgehên wekî domdarî û empatîyê re dihê girêdan. Etîk, hewce dike ku mirov ne tenê ji bo xwe, lê ji bo hemû hebûnan li qenciyê bigere.
Hegel: Erdem û Etîka Dîrokî
Di felsefeya Hegel de, erdem û etîk bi rola ku kes di çarçoveya dîrokî û civakî de dilîze ve girêdayî ye. Li gorî Hegel, etîk ne tenê qaîdeyên exlaqî yên kesane ne, di heman demê de avahiya exlaqî ya kolektîf e ku civak jê re nîzama exlaqî ye. Hegel dibêje. Erdem bi beşdariya kes di vê pêvajoya dîrokî de û xizmeta wê ji bo pêkanîna azadiyê wateyê digire.
Etîka Hegel hewce dike ku kes têgihîştina xwe ya exlaqî ya subjektîf (mînak, wijdan) bi nîzama exlaqî ya objektîf a civakê re li hev bike. Di vê çarçoveyê de, wateya jiyanê di wê yekê de ye ku kes erdemên xwe di çarçoveyeke dîrokî de bi cih bike û beşdarî qenciya hevpar a mirovahiyê bibe. Mînak, çalakvanek ku ji bo dadmendiyê têdikoşe, hem erdemên xwe pêk tîne hem jî avahiya etîk a civakê diguherîne. Perspektîfa Hegel ji kesê modern re tîne bîra ku biryarên etîk ne tenê kesane ne, lê di heman demê de berpirsiyariyeke civakî jî digirin ser xwe.
Nietzsche: Ji Nû Ve Pênasekirina Erdemê
Nietzsche bi tundî nêrînên kevneşopî yên erdem û etîkê rexne dike. Li gorî wî, sîstemên exlaqî yên kevneşopî, wekî exlaqa Xiristiyanî, azadiya kesan sînordar dike û “exlaqa keriyê” ferz dike. Nietzsche diparêze ku erdem ew e ku kes nirxên xwe biafirîne û hebûna xwe wekî karekî hunerî bişekilîne. Etîka wî li ser îfadekirina îradeya hêzê û gihîştina potansîyela kesane ava bûye.
Ji bo Nietzsche, wateya jiyanê di wê yekê de ye ku kes erdem û têgihîştina xwe ya etîkê biafirîne. Mînak, hunermendek bi cesaret vîzyona xwe derdixe pêş û sînorên exlaqa kevneşopî derbas dike. Têgeha Nietzsche ya hezkirina qederê pêşniyar dike ku kes hemû zehmetî û bedewiyên jiyanê hembêz bike û bi awayekî erdemî bijî. Ev yek, ji bo kesê modern nîşanek ji lêgerîna otantîkbûn û azadiya kesane ye.
Farabî: Bajarê Xwedan Erdem û Civaka Etîk
Farabî erdem û etîkê wekî kevirên bingehîn ên bextewariya kesane û civakî dibîne. Têgeha wî ya “Bajarê Erdemî/Medînetu’l-Fazila" sazûmanek îdeal xeyal dike ku tê de kes bi erdemî dijîn û civak bi armanca qenciyek hevpar tê birêvebirin. Li gorî Farabî, erdem lêgerîna heqîqetê bi rêya aqil û jiyana li gorî prensîbên exlaqî ye. Etîk jî rêkûpêkkirina sepandina van erdemên di nîzama civakî de ye.
Felsefeya Farabî tekez dike ku erdemiya kesek tenê di çarçoveya civakî de watedar e. Mînak, rêberek ku bi edalet, zanyarî û wêrekiyê tevdigere, ji bo tevahiya civakê bextewariyê diafirîne. Ji bo Farabî, wateya jiyanê di hewldana kesekî de ye ku erdemên xwe pêş bixe û di heman demê de civakê ber bi rewşek çêtir ve bibe. Ev yek di cîhana modern de bi projeyên berpirsiyariya civakî an jî hewldanên kesên ji bo civakek dadmend re paralelî nîşan dide.
Erdem û Etîk: Beşdariya li Wateya Jiyanê
Erdem û etîk, wate û girîngiya jiyanê bi aliyên cuda ronî dikin. Erdemê Sokrates ê bi zanyarî ve girêdayî, naskirina mirov a xwe û gihîştina gihîştîbûna exlaqî misoger dike. Têgihîştina Spinoza ya lihevkirina gerdûnî, etîkê di çarçoveyeke kozmîk de cih digire û aramiyê dide kesan. Etîka dîrokî ya Hegel, berpirsiyariyên civakî yên kesan tekez dike. Îdeala Farabî ya bajarê erdemî, bextewariya kesane û civakî dike yek. Nietzsche jî, bi navendkirina azadiya kesan û afirîneriyê, erdemê ji nû ve pênase dike.
Di cîhana modern de, erdem û etîk alîkariya kesan dikin ku hem di rêwîtiya xwe ya hundirîn de hem jî di têkiliyên civakî de wateyê bibînin. Mînak, kesek ku bi durustî û dadmendiyê tevdigere, hem wijdana xwe rehet dike hem jî bandoreke erênî li hawîrdora xwe dike. Etîk, bi sepandina sîstematîk a van erdemên, xizmeta qenciya hevpar a kes û civakê dike.
Erdem û etîk, du têgehên bingehîn in ku di lêgerîna wateya jiyanê de rêberiya me dikin. Ev têgeh, alîkariya mirov dikin ku hebûna xwe, têkiliya xwe bi mirovên din re û cihê xwe di gerdûnê de têbigihîje. Pirsyariya Sokrates, lihevkirina Spinoza, vîzyona dîrokî ya Hegel, civaka erdemî ya Farabî û banga azadiyê ya Nietzsche, rûyên cuda yên erdem û etîkê nîşan didin. Wateya jiyanê, belkî di yekkirina van têgehan û xêzkirina riya xwe de ye: Hem jiyana bi erdem ji bo xwe bijîn hem jî bi awayekî etîk beşdarî hawîrdora xwe bibin.
Hez
Evîn
Xemgîn
Ken
Wow
Şîrove 0